Kobanê piştî 8 salan ji serkeftina dîrokî

Roja 26′ê Çileya 2015′an saet di 02:50`an de, piştî şerê dijwar ê 134 rojan, DAIŞ′iyê dawîn ji aliyê şervanên YPJ/YPG′ê ve ji kolan û taxên Kobanê hat qewitandin û berxwedana mezin bi serkeftineke dîrokî tacîdar bû.

Dema ku têkbirin û qewitandina DAIŞ′ê ji Kobanê hat ragihandin, şêniyan bi lez û bez dest bi vegera li bajarê xwe kir.

Talan û wêrankirin li her derê bû, gelek avahî bûbûn kavil. Bajar hate rizgarkirin, lê hema bêje bi giştî hatibû wêrankirin.

Ev ne encama yekane bû; bi hezaran şehîdan di oxira serkeftinê de canê xwe feda kir û berxwedanê li cîhanê deng veda. Ev cara yekemîn bû ku cîhanê guhê xwe da dengê Kurdan û bi çavê xwe israr û lehengiya Kurdan dît.

Êdî rêveberî û şêniyên bajêr ji nû ve dest bi avakirina bajêr kir. Kolan hatin vekirin û rastkirin û kavilên avahiyan hatin rakirin. Saziyên xizmetguzariyê yên sereke mîna firin û nexweşxaneyan jî hatin aktîfkirin.

Ew yek, hemwextî dewamkirina şer li nêzî sînorê bajêr, pêk dihat. Operasyonên rizgarkirina gundên Kobanê heta çend mehan dewam kir.

JI NÛ VE AVA KIRIN

Jinûveavakirin, piştî bidawîbûna şer ji bo şêniyan karê herî girîng bû. Ji ber ku zêdetirî nîvê bajêr hatibû wêrankirin û diviyabû ku welatiyên ji Bakurê Kurdistanê vegeriyan, cihekî ji xwe re peyda bikin. Bi wê re û bi destekeke qels a hin aliyên derve, hewldanên jinûveavakirinê dest pê kirin.

Şaredariyên gel ên Bakurê Kurdistanê beşdarî xebatên rakirina kavilên bûn, Rêveberiya Xweser jî bi hemû saziyên xwe bi hevkariya gel ev xebat da meşandin. Gava yekemîn jî rakirina kavilan, rastkirina kolanan, aktîfkirina saziyan û xetên avê bû.

Di Gulana 2015′an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji bo nîqaşkirina xebatên jinûveavakirinê kongreyek hate lidarxistin. Ev kongre ji civînên herî girîng bû ku tê de ev dosya hate nîqaşkirin.

Şêniyan, li gorî şert û mercên nû yên qonaxên piştî şerê mezin, ji nû ve jiyana xwe bi rêxistin kir. Ji ber ku şer hîna nêzî bajêr bû û heta çend mehan dewam kir. Ji lew re diviyabû ew xebat bi baldarî bihatana domandin.

Piştî nêzî 5 mehan ji rizgarkirinê, Kobanê êşeke din kişand. Dema ku çeteyên DAŞ′ê careke din êriş kir û di 25′ê Hezîrana 2015′an de li dijî şêniyan komkujiyek pêk anî, di encama komkujiyê de zêdetirî 250 welatî şehîd bûn.

Vê komkujiyê birîn kûrtir kir û bi rêjeyek mezin xebata xwevejandinê dereng xist. Xebata xwevejandinê piştî rizgarkirina Sirîn, Şêxler, Eyn Îsa, Girê Spî û dûre Minbicê ji hêla YPG û YPJ′ê ve, dest pê kiribû. DAIŞ′ê ew dever ji bo hedefgirtina Kobanê bi kar dianîn.

Ji ber ku çandinî yek ji jêderên girîng ên debara şêniyan e, hemû welatiyan zeviyên xwe cot kirin û li wan zeviyan genim, ceh, darên fistiq helebî û hwd çandin.

Li kêleka wê jî piştî demeke kurt ji rizgarkirinê tevgerên bazirganî û jinûveavakirinê pêk hatin. Wê yekê derfetên kar ji gelek kesan re peyda kirin û şênî teşwîqî vegerê vejandina herêmê kirin.

Ruxmî gelek faktorên siyasî yên êrişa DAIŞ′ê li dijî Kobanê, lê armanca wan a herî girîng valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen Kurdan bû. Ew yek jî pêk nehat. Heta di dema şer de bi sedan kes li ser sînor man û di rewşên dijwar de li ber xwe didan. Yên din jî şerê têkbirina DAIŞ′ê dikir. Piştî rizgarkirinê tevgera vegerê çêbû, şênî bi çend mehan vedigerîn.

Di salên dawîn de xebatên jinûveavakirinê gelek tişt guherandin. Xebatên xizmetguzarî ku Rêveberiya Xweser pêk anîn, bi bandor bûn. Gavên rêveberiyê di aliyên rêxistinî û xizmetguzariyê de yên mîna aktîfkirina saziyan, cihên stratejîk, dibistan, nexweşxane, nuqteyên tibî, akademîsyen û zanîngehan, rewş pir bi pêş xist.

Dibistan bi lez vebûn. Hejmara niha ya dibistanan 461 e. Ji wan 19 dibistan li nêzî sînorê Tirkiyeyê ne û zehmet e werin vekirin. Li kêleka wê di 2017′an de Zanîngeha Kobanê hate vekirin. Gelek akademî û peyman hatin vekirin ku mamoste, xwendekar û endamên saziyan û malbatên şehîdan tê de perwerde bûn û der çûn.

Rêveberiya Xweser di vê dawiyê de ragihandibû ku li Kobanê dest bi projeya avakirina nexweşxaneyeke giştî kiriye. Dê di nexweşxaneyê de 180 text hebin û rûbera wê jî 11 hezar metreçargoşe ye. Tê payîn di sal û nîvekê de bi dawî be.

Da ku berxwedana Kobanê zindî bimîne, beşeke biçûk ji bajêr ma, nehat paqijkirin, da ku bibe şahida şerê mezin û ew beş bû wek muzexaneyekê.

Akademiyeke taybet bi navê "Şehîd Şîlan" hate vekirin û tê de kadroyên jin tên perwerdekirin, her wiha gelek saziyên taybet ên jinan hatin vekirin.

Ji bo werzîş û ciwanan gelek klubên werzîşê hatin avakirin, bi dehan turnuva hatin lidarxistin. Niha jî yarîgeheke mezin ji bo turnuva û çalakiyên werzîşê tê avakirin.

Têkildarî hunerê jî, piranî komên şano, dîlan, stran, lêdan û wênexêziyê hatin perwerdekirin û der çûn. Ji wê zêdetir şaxeke Komîna Filmê ya Rojava li Kobanê hate vekirin. Wê komînê gelek fîlm kişandin. Fîlma herî navdar jî wêneya berxwedana Kobanê û fîlmeke din jî li ser berxwedana Sorê Amedê ya li Bakurê Kurdistanê kişand.

Rêveberiya Xweser li Kobanê bi hezarzn dar li navend û gundewarên wê çandin û hîna xebat di vê çarçoveyê de dewam dike.

Ne gefên ji li dijî bajar bûya, rêveberî û şêniyan rewşa xwe li gorî rewşên şer bi rêxistin nekira, rewş dê ji vê pirî baştir bûya.

BERXWEDAN DIDOME

Rast e, hebûna leşkerî ya DAIŞ′ê, piştî derbeyeke giran li Kobanê xwar û dûre QSD′ê li Dêrazorê ew têk bir, bi dawî bû. Lê ew bi şêweyê şaneyan belav bûne û gefan li ewlehiya herêmê dixwin. Lê belê xetereya wan ne mîna berê ye.

Piştî şerê wekaletê ku dewleta Tirk DAIŞ′ê erkdar kiribû û bi bin ket, lê ew ji salan ve şerekî hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Dewleta Tirk a faşîst her tiştî ji bo derbekirina îstîqrara herêmê bi bejahî û asîmanî pêk tîne, nexasim li dijî Kobanê zêdetir dike. Ji ber ku Kobanê projeya dewleta Tirk a bi nûnertiya DAIŞ′ê têk bir, li dijî Kobanê kîndar e.

Berpirsên Tirk, di serî de Erdogan di her axaftineke xwe de navê Kobanê bi bîr dixin û gefan lê dixwin. Kobanê di dirêjahiya salên borî de hate êrişkirin, nexasim di 2022′yan de bi dehan êriş û bombebaran hatin kirin û di encamê de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn, di nav de jî zarok.

Li hember vê şerê derûnî, ragihandin, êrişên leşkerî û gefên rojane, çiqas qêrîna dewleta Tirk a faşîst hebe Kobanê bi şêniyên xwe li ser pêyan e, jiyanê didomîne, timayên dewleta Tirk têk dibe û ala berxwedanê bilind dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din