Koalîsyona Navneteweyî plan dike ku alavên nû yên şer li Bakur û Rojhlatê Sûriyê belav bikin

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ragihand, ku ew plan dike ku alavên nû yên şer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike û ji bo mîsogerkirina têkbirina DAIŞ' xebatên xwe bi QSD'ê re bidomîne.

Berdevkê Operasyona Çareseriyê ya Xwezayî ya girêdayî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê mîralayî Wayne Marotto di daxuyaniyekê de got, Operasyona Çareseriya Xwezayî  (CJTF-OIR) ji bo mîsogerkirina têkbirina DAIŞ'ê dê hevkariya xwe bi şirîkên xwe yên herêmî li Sûriyê (QSD) re bidomîne.

Marotto diyar kir ku tevî binkeftina DAIŞ'ê li xeteriya wî hêna heye.

Berdevkê Operasyona Çareseriyê ya Xwezayî eşkere kir ku ji bo mîsogerkirina parastina Hêzên Koalîsyonê û parastina tevgera wan da ku operasyonên li dijî DAIŞ'ê bi ewlehî bidome ew plan dikin ku makîneyên xwe, di nav de wesayîtên şer ên Bradley li Sûriyê belav bikin.


Mijarên Din