Koalîsyona navdewletî bersîva gefên Erdogan da

Hêza Erkên Hevpar a Operasyona "El-Ezim El-Selib" a li dijî DAIŞ`ê, li dijî gefên Erdogan ên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pesnê QSD`ê da.

Hêza girêdayê Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya DYA`yê ya li dijî DAIŞ‘ê bi daxuyaniyekê got wê tevî QSD `ê di 4 mehên dawîn de zêdetirî 225 çeteyên DAIŞ`ê girtine û di 2 mehên dawîn de 2 ton madeyên teqemeniyê ji qadên şer desteser kirine.

Ji hêzên hawayî ya Amerîkayê û mudirê hêza erkên hevpar General Eric Hill got: "Hevalbendên me operasyonên dijwar ji bo tunekirina DAIŞ`ê bê navber didomînin. Kedên Hêzên Sûriye Demokratîk yên domdar ji bo parastina ewlehiya herêmê gelek girîng in."

Eric Hill destnîşan kir ku "Hêzên Sûriye Demokratîk di dema dawî de destek da xebatên lihevkirina Amerîka-Tirkiyê girêdayî makenîzmeya ewlehiyê kir û hêz û çekên xwe ji sînorên Tirkiyê-Sûriyê dûr xistin."

Eric Hill wiha berdewam kir: "Hîna gelek astengiyên ewlehî li pêşberî me ne. Lê hevalbendên me di parastina gel de gavên durist ji bo misogerkirina tunekirina DAIŞ`ê davêjin."

Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan tekez kiribû ku welatê wî dê dest bi operasyoneke yek alî li Bakurê Sûriyê bike eger hêzên wî nikarîn herêma ewle kontrol bikin.

Erdogan di merasîmê belavkirina bawernameyên akademiya leşkerî de li zanîngeha berevanî ya netewî î li Stenbolê got: "Êdî sebra me girêdayî avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê ne maye, em ê plana xwe ya taybet pêk bînin eger leşkerên me nikarîn herêma ewle di çend hefteyan de kontrol bikin."

(şx)


Mijarên Din