Koalîsyona Erebî: Yekîneyên Meclisa Demkî ya Başûr ji nuqteyên Adenê vekişiyan

Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, ragihand ku yekîneyên Meclisa Demkî ya Başûr û hêzên ewlehiyê dest bi vekişandin û vegera li nuqteyên xwe yên li paytexta Yemenê ya demkî Adenê kir. Tê zanîn ku ev gav jî pêkanîna vexwendinên koalîsyonê ye ye.

Ajansa Was a Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê ji fermandarê hêzên hevbeş ên Koalîsyona Erebî ku Siûdî pêşengiya wê dike, ragihand ku "Hikumeta Yemenê ya yasayî vexwendina di dema alozî,  xizmetkirina gelên Yemenê û parastina destkeftiyên yekitiya destekdayîna yasayî ya li Yemenê, da ku ji nû ve dewlet û saziyên wê werin avakirin, erê kiriye."

Fermandariya koalîsyonê erêkirina vexwendinê wiha nirxand: "Meclisa Demkî ya li Adenê vexwendina Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî ya têkildarî girêbestê, xizmetkirina gelên Yemenê, ziyanan negihînin mal û milkên giştî û taybet, ji îro ve dest bi vekişandina hêzên xwe bike, berî bûyerên dawîn li nuqteyên xwe vegere û bi serpereştiya yekitiyê navendên hikumeta Yemenê werine radestkirin, erê kir."

Fermandariya hêzên hevbeş banga "Domdariya girêbest, kontrolkirina derûnî, propagandayên çapemeniyê rawestînin, diyalogan bi pêş bixin, lihevanîn, yekitiya qonaxê, rawestandina derbeyên Hûsiyan û projeya rejîma Îranê ya li Yemenê kêrnehatî ye û kesên beşdarî rêxistinên terora li Yemenê bûne, derfet nedin wan, kir." Rêxistinên terorîst, milîsên Hûsiyan in ku desteka xwe ji Îran û DAIŞ`ê werdigirin.

(eh)


Mijarên Din