Koalîsyona Erebî nuqteyên Hûsiyan bombebaran kirin

Îro Fermandariya Koalîsyona Erebî ragihand ku bi balafiran nuqteyên Hûsiyan ên li midûriyetên Xeb û Şexef ên li parêzgeha Cewf a Yemenê  bombebaran kirin.

Ajansa Erebistana Siûdiyê bi daxuyaniyekê ragihand: "Balafirên destekê didin rewabûna Yemenê, nuqteyên milîsên Hûsiyan ku desteka xwe ji Îranê werdigirin, bombebaran kirin. Nuqteyên ku hatine bombebarankirin ên li midûriyetên Xeb û Şexef ên li parêzgeha Cewf li Yemenê ne, her wiha  balafirên koalîsyonê nuqteyên kombûna milîsên Hûsiyan ên li herêmên El-Silêliyê û Wecif ên li midûriyetên Xeb û Şexef kirin armanc. Di encama bombebaranê de milîsên Hûsiyan ên destekê ji Îranê digirin, hatin kuştin û ziyanên mezin çêbûn."

Koalîsyona Erebî duh jî ragihandibû ku balafiran depoya çekên sivik û nîvgiran û teqemeniyên Hûsiyan ên li herêma Benî Mayîn a li midûriyeta Razih a li parêzgeha Saedayê rûxandin.

(eh)


Mijarên Din