Koalîsyona Erebî li Yemenê operasyoneke berfireh ragihand

Îro li ser rêzeçiyayên li parêzgeha Seadayê ya Yemenê, Kaolîsyona Erebî ji bo ku li parêzgeha Senaayê nuqteyên leşkerî bike armanc, destpêkirina operasyoneke berfireh ragihand.

Kaolîsyona Erebî ya li Yemenê ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî, daxuyaniyek da û tê de wiha ragihand: "Aramancên leşkerî ji nuqteyên parastina ezmanî û deverên gencîneya moşekên balîstîk ku girêdayî Hûsiyan e, pêk tê." Her wiha bal kişand ser balafirên ezmanî yên girêdayî Hûsiyan ku gefan li tevgera ezmanî ya balafirên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî dixwin.

Berdevkê Koalîsyona Erebî Tirkî El-Malikî rûxandina 5 nuqteyên ezmanî û deverên veşartina moşekên balîstîk tekez kir. El-Malikî destnîşan kir ku operasyona armanckirinê bi operasyonên berê yên ku ji aliyê fermandarên hêzên hevbeş ên koalîsyonê ve hatiye pêkanîn, armanc jê têkbirina karîna balafirên ezmanî û karînên dijminahiyê ye.

Di heman çarçoveyê de Hêzên Artêşa Nîştimanî ya Yemenê ku balafirên Hêzên Koalîsyona Erebî palpişta wê ye, li parêzgeha Sadaayê  serweriya herêmên nû ku Hêzên Husiyan lê bi cih dibûn, kir.

Fermandarê eniya Ketaf Redad El-Haşimî diyar kir ku Hêzên Koalîsyonê serweriya rêzeçiyayên Necid El-Fars kir û geliyê El-Fehlewîn ku raserî midûriyeta Ketaf a parêzgeha Sadayê ye, di milê leşkerî de kontrol kirin.

El-Haşimî ji ajansa nûçeyan a Sebaa re destnîşan kir ku operasyona leşkerî ya ku bi balafirên koalîsyonê pêk hat, gelek leşkerên hêzên Hûsiyan kirin armanc û ji aliyê teqemeniyê ve gelek zirar dan wan.

(eh)


Mijarên Din