Koalîsyona Erebî: Hûsiyan moşekeke balîstîk avêt herêma Maribê

Berdevkê hêzên Koalîsyona Erebî Tirkî El-Malikî destnîşan kir ku Hûsiyan roja çarşemê bi moşekeke balîstîk herêma Maribê kire hedef û moşek li taxa Şebeke ya Maribê ket.

Li gorî rojnameya El-Eyn, Tirkî El-Malikî wiha da zanîn: “Ev êrişeke bizanebûn a li dijî sivîlan e û Hûsî bi van êrişan sivîlên li Yemenê û dewletên cîran hedef digirin.”

El-Malikî da zanîn ku fermandariya Hêzên Hevbeş ên Koalîsyonê di girtina tedbîrên cidî û rûxandina van moşekên balistîk de berdewam e, da ku sivîlan li Yemenê û ewlehiya herêmî û navdewletî biparêzin.

Her wiha El-Malikî diyar kir ku hedefgirtina sivîlan, binpêkirineke qanûnên navdewletî ye û jiyana bi sedan sivîlan tehdît dike.


Mijarên Din