Koalîsyona Erebî bersiva êrişên Hûsiyan ên li dijî Erebistana Siûdiyê da

Hêzên Koalîsyonê ku piştgirî dide hêzên rewa li Yemenê, bersiva 2 moşek û 6 firokeyên bêpîlot ku Hûsiyan li dijî Erebistana Siûdî bi kar anîn, da.

Berdevkê Hêzên Koalîsyonê serbaz Tirkî El-Malikî daxuyand ku hêzên koalîsyonê yên hevbeş bersiva 2 moşekên balistîk ên ku Hûsiyan ber bi Erebistana Siûdî ve li dijî sivîlan li bajaran avêtine, da.

Her wiha hêzên hevbeş ên koalîsyonê 6 firokeyên din ên bêpîlot ên bombebarkirî ku komên Hûsî yên bi piştevaniya Îranê ji Senaayê ve li dijî sivîlan li Erebistana Siûdiyê ve avêtin, rûxandin.

Serbaz El-Malikî diyar kir ku komên Hûsî bi mebest sivîl û rûspiyên li hundirê bajêr û dewletên cîranê Yemenê bi bikaranîna moşekên balistîk û firokeyên bêpîlot hedef digirin.

(fr)


Mijarên Din