Koalîsyonê balafireke bêpîlot a Hûsiyan anî xwarê

Berdevkê fermî yê Hêzên Koalîsyona Erebî Tirkî El-Malikî got hêzên koalîsyonê îro sibehê balafireke bêpîlot a Hûsiyan ku ber bi Siûdiyê ve şandibûn, anî xwarê.

Ajansa Nûçeyan a Siûdiyê ragihand ku El-Malikî di daxuyaniyekê da zanîn ku hewldanên Hûsiyan di şandina balafirên bêpîlot de bi bin ketine.

El-Malîkî wiha got: “Koalîsyon hemû tedbîr û rêyên baş ji bo tevgerkirina bi van balafiran re digire, da ku parastina sivîlan bike.”

Her wiha El-Malikî got: “Hewldanên dubare yên Hûsiyan, encama windahiyên mezin di aliyê windakirina terorîstan û alavên wan de ye, ev windahiyên mezin ji bi rêya operasyonên leşkerî ku koalîsyon pê radibe, pêk tên.”

El-Malikî wiha dewam kir: “Tiştê ku çekdarên Hûsî ji hewldanên terorîst dike û bikaranîna ragihandinê ji bo rakirina rihê moralê yên terorîstan e." Her wiha teqez kir ku fermandariya hêzên hevbeş a koalîsyonê di tedbîrên pêwîst li dijî wan didome û em ê vê yekê jî li gorî qanûnên navneteweyî yên mirovî pêk bînin.”

(jo)


Mijarên Din