Koalîsyon: Armanca dewriyeya hevbeş metirsiyên Enqere ji holê rabe

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê îro ragihand ku yekemîn dewriyeya hevpar a DYA û Tirkiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate meşandin. Ev dewriye dê metirsiyên Enqereyê li ser ewlehiya xwe ji holê rake. Koalîsyonê tekez kir ku YPG`ê sozên xwe anîn cih û ji herêmê vekişîn.

Di daxuyaniya buroya ragihandinê ya operasyona "El-Ezim El-Selib" de ya ku Washington bi serkêşiya koalîsyonek navdewletî berfireh li Sûriyê û Iraqê bi rêve dibe, hate gotin ku leşkerên amerkî û tirkî îro yekemîna dewriya hevpar li "herêma ewle " li bakur û rojhilatê Sûriyê di navbera her du herêmên Girê Spî û Serêkaniyê meşandine.

Buroyê bi bîr xist ku leşkerên her du welatan herêmên ku YPG û YPJ`ê jê vekişiyane kontrol kirin û karên taybet ên rakirina bendên ku yekîneyê avakirine şopandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewriye ji bo "misogerkirina ewlehiyê" li herêma ku hatiye bibîrxistin  û ji bo "rakirina metirsiyên Tirkiyê yên ewlehiyê" hatiye meşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca din jî piştgiriya Hêzên Sûriyê Demokratîk e ya ku hewl dide DAIŞ`ê bi temamî tune bike.

(şx)


Mijarên Din