Kîno Gabriyel: Tu çete ji girtîgehê nerevîne û rewş di bin kontrolê de ye

Kîno Gabriyel piştrast kir ku di tevliheviya li girtîgeha Hesekê de tu çeteyên DAIŞ`ê nerevîne û diyar kir ku bûyerên bi vî awayî careke din hêza QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê radixe pêş çavan.

Çeteyên DAIŞ`ê hewl da ji ‘Girtîgeha Sîna’ ya li taxa Xiwêran a Hesekê ku bi hezaran DAIŞ`iyên biyanî lê girtî ne, birevin. Hêzên Antîterorê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi destekdayîna balafiran, cihê bûyerê dorpêç kir.

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabriyel di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya QSD`ê belav kir, detayên bûyerên duh zelal kirin û nûçeyên revîna hejmareke çeteyên DAIŞ`ê derewandin.

Gabriyel destnîşan kir ku DAIŞ`iyên di girtîgehê de, duh deriyên hundirîn ên girtîgehê şikandin û dîwarên di navbera odeyan de rûxandin û wiha dewam kir: "Çeteyan qata jêrîn a girtîgehê kontrol kir."

Berdevkê fermî yê QSD`ê daxuyand ku Hêzên Antîterorê yên girêdayî QSD`ê yekser destwerdan kir, kontrola rewşê kir û tevliheviya ku çeteyan derxistiye, bi dawî kir. Gabriyel wiha lê zêde kir: "Navend û hemû girtiyên di hundir de, hatin kontrolkirin."

Gabriyel her wiha tekez kir ku tu çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgehê nerevîne û wiha got: "Em tekez dikin ku tu girtî nerevîne û rewş bi temamî di bin kontrolê de ye."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bûyerên bi vî awayî careke din hêza Hêzên Sûriya Demokratîk a garantiya terorên DAIŞ`ê piştrast dike. Lê belê em diyar dikin ku pêwîstiya me bi piştgiriya civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê heye, da ku em parastina ewlehiya navend û kampên ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan tê de ne, bikin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din