KNK-Rojava: Divê rewşa tenduristiyê ya rêber Ocalan bê zelalkirin

Komîteya Rêveber a KNK-Rojava, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navdewletî kir ku bi awayekî lezgîn sedema şewatê eşkere bikin û rewşa tenduristiyê ya rêber Ocalan zelal bikin.

Komîteya Rêveber a KNK-Rojava têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Me agahiya şewata li girava Îmraliyê û ne zelalkirina vê mijarê di aliyê ragihandinê de, bihîst û komîteya parastina rêber Ocalan jî ev yek piştrast kir.

Lewra em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî dikin ku bi awayekî lezgîn sedema şewatê eşkere bikin û rewşa tenduristiyê ya rêber Ocalan zelal bikin. Her wiha rê bidin parêzerên wî ku serdana wî bikin û rewşa wî zanibin.

Di heman demê de, tiştê ku li Îmraliyê çêbû û çêdibe, berpirsyariya rejîma Tirkiyê ye."

(kc)


Mijarên Din