KJK`ê li dijî roja qirkirina jinan bang kir

Koordînasyona KJK’ê qurbaniyên 3’yê Tebaxê de bibîr anî û li dijî roja qirkirina jinan û qirkirinê bang li hemû gel û jinan kir ku hê zêdetir têkoşîna azadiya xurt û mezin bikin.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsyetan:

Di serî de şehîdên Qetlîama 3’yê Tebaxa 2014’an û hemû şehîdên xwe bi minet bibîr tînin. 3’yê Tebaxê heman demê weke qirkirineke jinê û qirkirinê kete dîrokê. 3’yê Tebaxê ji bo civaka me ya Êzidî û dîsa gelê herêmê û mirovahiyê wê neyê jibîrkirin û dîrokeke ku neyê jibîrkirine. Bi hezaran Êzidî, li ber çavê cîhanê, tenê ji ber bawerî û nasnameya xwe hatin qetilkirin û hatin qirkirin. Dîsa bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê van çeteyên hov ve li bazaran hatin firotin, destdirêjî û dest hatin avêtina wan û qetilkirin. Hê jî aqûbeta bi hezarana diyar nîne.

Yên ku wê demê Şengal radestî dagirker û çeteyên tecawîzker hatin kirin û revîn wê neyê jibîrkirin. Piştî dagirkirinê û şûnde berxwedana gel a bi pêşengtiya gerîla destpê kir û bi rizgariya Êzidxan-Şengalê re dîroka civaka me ya Êzidî ku ji fermanan tije, têkoşîna xweparastin û xwerêveberiyê îro ji bo Şengaleke azad, veguheriye têkoşîneke mezin. Carekî din dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengal, pêkanînên qirker û dagirkeriyê bi hêrs şermezar dikin. Carekî din didin nîşandan ku ji bo avakirina Rojhilateke Navîn a azad a bi pêşengtiya jinê, enceq divê li dijî hişmendiya mêtinger, qirker û tecawîzkar bi têkoşîneke birêxistinkirî ya hê xurtir, hêviya me ya serketina wê heye û vê îdîaya xwe nîşan didin.

Karektera sedsala 21’ê bi aliyê jinê her diçe pêş dikeve. Em jin divê vê hişmendiya qirker bixin tarîtiya dîrokê. Li her derê wê bi têkoşîna birêxistinkirî ya jinê bi ser bikevin. Ji bo xweseriyeke demokratîk û ji bo statûya Şengalek azad, divê têkoşîn hê zêdetir bê xurtkirin, kêm maye ji bo azadiyê. Li Êzidxana pîroz hêvî û îdîaya me heye ku bi hêviyeke mezin, jinên Êzidxanê û gelê me avakirina netewa demokratîk, bi hemû astên xwe bi ser bixe.

3`yê Tebaxê ji bo me carekî din bi xemgînî da nîşandan ku, li kû dibe û çawa dibe bila bibe bê xweparastina jinê, ti mafekî jiyanê ne di bin garantiyê de ye. Li ser vî bingehî divê jin hê bi rêxistin, hê berbelav li ser bingehê xweparastinê, di avakirina xweparastin û netewa demokratîk de hê xurtir xwedî lê derbikeve û erka xwe ya pêşengîtiyê bîne cih. Ji bo 3’yê Tebaxê di qada navneteweyî de weke roja ‘qirkirin û qirkirina jinê’ ya jinên Êzidî û Êzidiyên Kurd bê qebûlkirin, divê têkoşînê xurt bikin. Li ser vî bingehî; Rêber Apo rastiya gelê Êzidî, xwebûna xwe winda nekiriye û rastiya gelê Kurd e. Bi wesfa xwe ya yek ji civakên herî qedîm ên dîrokê israra parastina nirxên xwe yên çandî, tevî ku gelek qetlîam li ser hatiye kirin jî, xwe bi vê taybetmeniiya xwe gihandiye îro, dîsa rêbazên mîna parastin û watedayina hebûna gelê Êzidatî ye. Ji bo avakirina civakekî wiha ku di nava dîrokeke wiha ya herêmê de li ser erdnîgariya xwe hebûna xwe domandin, ji beriya her tiştî erkekî mirovî ye. Îro Êzidxan bi azadî tê wateya bi xweparastinê re xwebûna civaka gelê Kurd, parastina xwebûna koka xwe parastina hebûna xwe ye. Ji ber ku Rêber Apo rastiya Kurdên Êzidî li ser vê wateyê divê teqez bê jiyîn, di warê xeteriyên li ser civaka Êzidî berî wê hişyariyên girîng dabûn. Li hemberî van xeteriyan îşareet bi rêxitinkirinê dabû. Gelê meyê Şengalê ku ev dît, di çarçoveya projeya netewa demokratîk a Rêber Apo divê xwe bi rêxistin bike. Vegera li ser axa xwe helwestekî gelek bi nirx e.

Her diçe hişmendiyeke ku li gel rastiya hemû Kurdistanê ya bi zanabûn her roja diçe li Êzidxanê mezin dibe û pêş dikeve. Ev jî tê wateya ku formula jiyana azad hatiye dîtin. Dîsa sekna gelê me yê Şengalê ku ji bo Rêber Apo bi hesasyetekî mezin tevger dikin, pir bi hêz bûye. Girêdana bi Rêber Apo re, weke helwestekî xwebûnî bi avakirineke demokratîk bûye bersiv.

Tecrîd a weke planeke şerê qirkirinê tê birêvebirin, polîtîkayên îsalasyon tecrîda ku bi pêşengtiya rêbazên şerê taybet ên dewleta Tirk a qirker, mêtinger û tecawîzkar tê pêşxistin hê zêdetir hatiye kûrkirin. Em nizanin rewşa Rêbertiya me çawa ye. Tecrîda li Îmralî li ser Rêbertiya me tê kirin, veguheriye êşkeneyê. Sîstema tecrîdê ya hatiye girankirin, carekî din da nîşandan ku pêvajoyê xeter û dîsa karekterê qirêj ê li hemû gelan bide windakirin derketiye holê. Tecrîda li ser Rêber Apo tê kirin, rakirina mercên esareta heyî, di serî de bi çalakiyên xurt û berbelav û encamgir bi pêşengtiya jinên Kurd bên kirin û mimkûn e.

Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya hemû jin, azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn, bi taybet bi hovîtiya DAÎŞ-AKPP’ê ya salên dawî de hê baştir derkete holê. Divê teqes sîstema êşkence ya Îmralî bê hilweşandin. Têkoşîna xweparastinê ya herî mezin, berxwedana tinekirina sîstema êşkence, şantaj û tehdîdê ye. Hileweşandina sîstema êşkence ya Îmraliyê, tê wateya avakirina jiyana azad e. Wê Êzidxan û Kurdstan azad bibe. Di serî de jin û gelê me Bi sirûda ‘Welatê Azad û Rêbertiyeke Azad’ TÊKOŞÎNA AZADKIRINA ÊZIDXANÊ hê zêdetir xwedî lê derbikeve, bang dikin ku 3’yê Tebaxê di salvegera qetlîama Şengalê de li hemû qadan bi plansaziyên heybet û berfireh çalakî û bîranîna lidar bixin, li dijî rastiya qirkirinê li dijî roja qirkirin û qirkirina jinê, hemû gel û jin, têkoşîna rêxistinkirinê hê zêdetir pêş bixin û mezin bikin.”


Mijarên Din