KJK: Divê ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyê kampanya dest pê bikin

KJK’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku li Tirkiyê girtiyên siyasî di şert û mercên giran de tên ragirtin û diyar kir ku divê ji bo girtiyan kampanyayên neteweyî û navneteweyî pêk bên.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) der barê mirina endamên Grup Yorum a çepgir û rewşa girtiyên siyasî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KJK’ê de wiha hate gotin:

"Di demekê de ku ji ber şewba vîrûsa koronayê dinya bi tenduristiya mirovan ve mijûl e û hewl dide pêşî li belavbûna şewbê bigire, zilma rejîma faşîst a AKP-MHP'ê kêm nebû, berevajî zêdetir bû. Di nava desthilatdariya vê rejîma faşîst de ku şewba vîrûsa koronayê weke 'Xêra Xwedê' dibîne, gotinan stranan, afirandina hunerê di nava şert û mercên azad û afirîner de hate qedexekirin. Endamên Grûp Yorûm ji bo karibin di nava şert û mercên demokratîk de li welêt hunera xwe bikin, canê xwe feda kirin. Li ti devera cîhanê gotina stranan, xwendina helbestan, nivîskarî, stranbêjî ewçend xetere nehatibû dîtin, ewçend zext û zordarî lê nehatibû kirin. Lê belê di nava rejîma faşîst a TC'ê de ji bo mirov karibe bi rengekî azad bistirê û govendê bigerîne pêwîste canê xwe feda bike. Helîn, Mûstafa û Îbrahîm di vê oxirê de canê xwe dan. Her sê mirovên lêgerînerên azadiyê li dijî polîtîkayên sansur, sirgûnkirin, bêdengkirinê, li dijî qedexeyan nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan dan û tevlî karwanê şehîdan bûn. Îbrahîm Gokçek weke muzîsyenekî û endamekî Grûp Yorûm ji nasnameya xwe ya rêxistinî tawîz neda û di vê oxirê de her şêweyên berdêlan da pêş çavên xwe. Di nava şert û mercên faşîzmê de hunera xwe bi rengekî bi rûmet kir. Di serî de Îbrahîm Gokçek em Helîn û Mûstafa Koçak bi rêz bi bîr tînin û soz didin ku em ê bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk xwedî li bîranîna wan derkevin. Çalakiya girtiyên ku bi heman rengî li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, gihîştiye asteke krîtîk. Girtiyan bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê çalakiya xwe bigihînin asteke bilindtir. Ji ber vê yekê ji bo pêşî li mirina wan bê girtin, ji bo daxwazên wan ên mafdar bi cih bên anîn, pêwîste raya giştî û gel nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin û ji bo dawî li çalakiya wan bînin bikevin nava liv û tevgerê.

Li girtîgehan ku vîrûsa koronayê êdî bûye gefeke berbiçav, eşkere ye ku li gelek girtîgehan bi gelek girtiyên siyasî ketiye. Tecawizkar, mêrên dijminê jinan, ku tundî û zordarî li jinan kirine, serçete, kesên ku exlaqa civakê xera dikin hatin berdan. Lê belê weke ku di mînaka Sabrî Kaya de hate dîtin, tevî ku 20 rojan di servîsa lezgîn de ma nehate berdan û bi hiqûqeke dijminane û li dijî exlaqê mirovahiyê nêzî wan dibin. Qanûn di nava rejîma şexsekî de li gorî gotinên şefê faşîst Erdogan bi rengekî cihêkar bi cih tên anîn. Ji ber vê yekê bi deh hezaran girtiyên siyasî di nava şert û mercên mirinê de hatine mehkûmkirin. Di nava lepên mirinê de tên hiştin. Ji bo vîrûsa koronayê belav bibe zemîn hatiye amadekirin, girtiyên ku bi vîrûsa koronayê ketine di nava hucreyê de li hucreyê hatine bicihkirin û bi vî rengî tecrîdeke fîzîkî bi zanebûn hatiye ferzkirin. Bi ti awayî bersiv ji pêwîstiyên xwarin, stargeh û tenduristiyê yên girtiyan re nehatiye dayin, ev yek nexistine rojeva xwe jî. Ji ber vê yekê Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku raya giştî û malbatên bi deh hezaran girtiyan di vê mijarê de hîn bêhtir hewl bidin, azadiya girtiyên siyasî li tevahiya cîhanê veguherînin kampanyayekê, ji Kurdistanê heta Filistînê, ji wir heta Ewropa û Asyayê belav bikin, bi platformên mirovî û siyasî li qada neteweyî û navneteweyî bikin kampanyayekê. Pêwîste parêzer, malbatên girtiyan, rêxistin û komeleyên mafên mirovan, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û rewşenbîr bi vê însiyatîfê rabin, pêşengiyê jê re bikin. Di vê mijarê de divê girtî bi tenê neyên hiştin.

‘DIVÊ DEMILDEST REWŞA ZEYNEP CELALIYAN BÊ AŞKERAKIRIN’

Her wiha ji Îranê jî agahî tên ku girtiyên siyasî ji devera lê ne tên girtin, wan dibin girtîgehên ku kesên sûcên fûhûşê, narkotîkê û sûcên din ên mîna wan kirine û bi vî rengî girtiyên siyasî tên cezakirin. Tê gotin ku hevala Zeynep Celaliyan bi vî rengî birine. Bi rêya telefonê dema bi malbata xwe re axivî anî ziman ku ew birine çend girtîgehan û herî dawî ew biriye Tehranê. Nayê zanîn ku niha li ku ye, tenduristî û ewlekariya wê çi ye. Ji ber vê yekê di serî de malbata wê raya giştî ya Kurd hemû bi fikar e. Pêwîste bi rengekî lezgîn raya giştî bê agahdarkirin ku Zeynep Celaliyan bi ku ve birine û rewşa wê ya tenduristiyê çawa ye. Li ser vê bingehê ji bo girtiyên siyasî li Îran, Tirkiye û her devera cîhanê bên berdan divê li her cihî zext bê kirin û nerazîbûn bê nîşandan."


Mijarên Din