Keysbazî û qezenca neheq barê welatiyan girantir dike

Aloziya aborî ku giştî herêmên Sûriyê tê re derbas dibin, bandor li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kiriye. Lewra şênî li bendê ne ku ev alozî bi dawî bibe û bang li Rêveberiya Zimhêrê dikin ku buhayan kontrol bike. Ji bo derbaskirina keysbaziya hin bazirganan û başkirina rewşa welatiyan, pisporekî aboriyê hin pêşniyar pêşkêş kirin.

Ji destpêka Gulana borî ve nirxê lîreyê Sûriyê pir daket. Ev cara yekê ye ku lîreyê Sûriyê li hemberî dolar bi vê rengî nirxê xwe winda dike. Her dolarek hat hezar û 805 lîreyên Sûriyê. Daketina nirxê pereyên Sûriyê berdewam kir û dolarê Amerîkî gihîşt 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyê. Vê bihabûnê yekser bandor li nirxê madeyên xwarinê û madeyên sereke li hemû bajarên Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Daketina pereyên Sûriyê li hemberî dolarê Amerîkî bandoreke mezin li sûkên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bazirgan, xwediyên dikan û kargehan êdî daketina nirxên pereyan û bihabûna dolar kirin bihane, ji bo keysbaziyê û bilindkirina nirxên madeyan bi kar anîn. Nexasim piştî ku  Amerîka ji bo cezakirina rejîma Sûriyê û piştevanên wî di 17`ê Hezîranê de wekî cezayekî aborî yê hişk Qanûna Qeyser xist meriyetê. Ji ber bihabûna zêde ya madeyan, welatî bi rewşeke aboriyê ya giran re rû bi rû man.

Têkildarî bilindbûna zêde ya nirxên madeyên xwarinê û madeyên sereke li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û keysbaziya bazirganan ji madeyan re û bilindkirina nirxan, ANHA’yê nêrînên şêniyên bajarê Qamişloyê û daxwazên wan ji aliyên têkildar ji bo bidawîkirina vê aloziyê, girtin.

‘HIN BAZIRGAN KEYSBAZIYÊ DIKIN’

Şêniyê bi navê Bangîn Şêxmûs (40) diyar kir ku bazirgan rewşê bi kar tînin û ji ber bihabûnê êdî şênî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin û wiha got: "Em baş dizanin ku nirxê dolar ji berê kêmtir bûye. Êdî buhayê her dolarekî li hemberî Lîreyên Sûriyê di navbera 2 hezar û 475 heta 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê de ye. Lê belê hîna jî made bi heman buhayê tên firotin. Bazirgan nirxê dolar  ji xwe re bihane dibînin û dibêjin ku dema made kirîne nirxê dolar zêdetirî 3 hezar lîreyên Sûriyê bû."

Şêxmûs destnîşan kir ku her dikanek madeyan bi buhayekî difiroşe û wiha diyar kir: "Hin xwediyên dikanan bi buhayan dilîzin û li gorî buhayên hatine diyarkirin tevnagerin."

Şêniyê bi navê Ehmed El-Salih (50) jî bi bîr xist ku piraniya pirsgirêkên di dema niha de jijyan dikin girêdayî aloziya aboriyê ya li welat e û wiha got: "Êdî em nikarin pêdiviyên malbatên xwe peyda bikin. Hemû madeyên sereke wekî sebze û fêkiyan bi rêjeyeke pir bilind biha bûne."

Li ser kesybaziya hin bazirganan jî wiha got: "Hin bazirgan vê rewşê bi kar tînin û li benda bilindbûna  nirxê dolar in da ku buhayê madeyan bilind bikin. Hinek jî xwedî wijdan in û ji rewşê sûd nagirin."

El-Salih bang li aliyên têkildar û Komîteya Zemhîrê kir ku karên kontrolkirina dikanan rojane dewam bikin û kesybaziyê bi dawî bikin û wiha berdewam kir: "Em qonaxeke zehmet û bi êş derbas  dikin. Hin şêniyan ji beriya çend mehan ve goşt nexwarine."

Emel El-Nebionî jî ku dayika 3 zarokan e û li navçeya Amûdê jiyan dike, dema ku li sûka Qamişlo digeriya wiha ji me re diyar kir: "Ji vê sibehê ve ez li sûkê digerim da ku ez buhayên guncew bibînim û bi fona xwe  ya mehane ku 50 hezar lîreyên Sûriyê, pêdiviyên zarokên xwe peyda bikim. Lê belê ez dibînim ku buha li her dikanekê cuda ne û xwediyên dikanan di kirîn û firotinê de tenê dolar bi kar tînin."

Emel El-Nebionî ev pirs kir: “Heta kengî em ê azaran bikişînin? Heta kengî dê rewşa me wiha be? Êdî rewş nayê tehmûlkirin.”

Emelê wiha axaftina xwe berdewam kir: "Tenê di boneyan de û dema ku mêvan tên, ez goşt û fêkiyan dikirim."

JI BO BIDAWÎKIRINA KEYSBAZIYÊ HEVKARIYA ŞÊNIYAN GIRÎNG E’

Endamê komîteya diyarkirina  buhayan a girêdayî Rêveberiya Zimhêrê ya herêma Cizîrê Sîwar Elî da zanîn ku bi koordîneya bi Odeya Bazirganiyê re, buhayê madeyên sereke û yên xwarinê tê diyarkirin. Li gorî wê lîsteyek bi buhayê hemû cureyên madeyan ku divê bazirgan di her rewşan de û di dema daketin û bilindbûna nirxê dolarê amerîkî li hemberî pereyên Sûriyê li gorî wê tev bigere, tê amadekirin.

Sîwar Elî li ser têkiliya wan bi dergehan re wiha got: "Em yekser bi dergehan re didin û distînin da ku em rêjeya fatorên buhayan bi dest bixin û ji bo diyarkirina  buhayan de bingeh bigirin."

Her wiha îşaret pê kir ku ji ber neistîqrara nirxê dolar ê rojane, ew di kontrolkirina buhayan û çavdêriya wê de zehmetiyan dikişînin û wiha berdewam kir: "Carinan dolar di saetekê de gelek caran dadikeve û radibe. Lewra em diyarkirina lîsteyên nû yên buhayan de zehmetiyan dikişînin."

Sîwar Elî diyar kir ku dewriyeyên Komîteya Zimhêrê bi awayekî domdar çavdêriya dikanên madeyên sereke û madeyên xwarinê dikin û her dikana ku li gorî buhayên komîteyê diyar kirine tevnagere, tê cezakirin.

Her wiha bang li şêniyan  kir ku bi komîteyên zimhêrê re hevkar bin û heke ji derveyî nirxê hatiye diyarkirin bilindbûna nirxê madeyan dîtin, yekser gilî bikin û bi rêya hejmarên telefonan ên ji bajar û navçeyên herêma Cizîrê re hatine diyarkirin, bi wan re bikevin têkiliyê.

SEDEMA BILINDBÛNA BUHAYAN

Der barê mayîna bilindbûna buhayên madeyan tevî daketina dolar, pisporê aboriyê Ela El-Dîn Ferhan diyar kir ku sedema sereke keybaziya bazirganan û tênegihîştina  gel li ser mijara buhayên xerckirinê û dan standina bi pereyan re û çavdêriya zimhêrê ye.

Ferhan wiha axivî: "Çavnebariya bazirganên ku mijarên bi nirxê dolar ê ne istîqrarkirî ve girê didin, ne rast e. Hemû bazirgan madeyan bi dolar dikirin û qenzenca wan jî bi dolar e, yanî buhayê xerckirina bi lîreyên Sûriyê ne girîng e. Mînak; heke bazirganê ku bi dolar dide û destine, dema ku nirxê dolar 4 hezar lîreyên Sûriyê bû madeyên xwe kirî, li hemberî wê dema ku dadikeve 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê, ev yek nirxê madeya hatiye kirîn naguhere ji ber ku qezenc wekî berê dimîne."

Têkildarî çareyên ku divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidawîkirina keysbaziyê û çavnebariya bazirganan bigire, Ferhan pêşinyar kir ku divê çavnebariya bazirganan rastî çavdêriya komîteyên zemhîrê bê û wiha got: "Heke Rêveberiya Xweser bazirganên mezin neçar kir ku madeyên li gel xwe eşkere bikin, dê xwediyên dikanên ku madeyan ji bazirganên mezin dikirin dê buhayê madeyan hinekî daxin."

Pisporê aboriyê wiha lê zêde kir: "Heke Rêveberiya Xweser şêwazê baceyan li ser madeyan ferz kir heta hindik be jî û bi "Barkod" ve girê da ku ew cîhazekî madeyan bi rêya wî serf dikine, dê wekî lêvegereke baceyan a Rêveberiya Xweser be. Dê rêveberî bi rêya wê yekê jî firoşkarên ku ji bazirganên mezin dikirin û buhayan nas bikin. Her wiha dê made û buhayên wan bên kontrolkirin."

Ferhan piştrast kir ku têgihîştina civakê dê roleke mezin di cezakirina keysbazan de bilîze.

(cx)

ANHA


Mijarên Din