Kevana Zêrîn: Divê rêxistinên mafên mirovan sîtemkariya li dijî Kurdan rawestînin

Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan ku ji ber ku li straneke kurdî guhdarî dikir hatibû kuştin, şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê kir ku sîtemkariya dewleta Tirk a li dijî Kurdan rawestînin.

Ciwanê Kurd ê bi navê Bariş Çakan (20) dema ku li parkeke paytexta Tirkiyê Enqerayê li stranên kurdî guhdarî dikir, ji aliyê 3 nîjadperestên Tirk ve hat kuştin. Vê bûyerê hêrs û narazîbûneke mezin di civaka Kurd de ava kir.

Têkildarî mijarê, Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efîrnê daxuyaniyek parve kir. Bi dehan endamên tevgerê li pêşiya navenda wan li Kampa Serdem a gundê Til Sûsîn ê navçeya Ehdasê kom bûn û tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Ji rêveberên Kevana Zêrîn Ronahî Şêxo daxuyanî bi zimanê kurdî xwend û tê de wiha hat gotin:

Di 1`ê Hezîrana 2020`an de ciwanê Kurd Bariş Çakan li paytexta Tirkiyê Enqereyê bi destê faşîstên girêdayî AKP`ê bi hovîtî hat kuştin. Ev ne qetlîama yekemîn, duyem, ne jî ya sêyemîn e ku gel û ciwanên Kurd rastî tên û ziman, çand û hebûna Kurdan dike hedef. Tiştê balkêş ew e ku beriya çend rojan ciwanekî bi hinceta ku çermreş e, li ser destê polîsekî Amerîkayê hatibû kuştin.

Jiyan bêyî maf nabe, tevî vê yekê jî hîna Kurd ji ber gotin an straneke kurdî tên kuştin. Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û bi tu rengî hebûna wan qebûl nake. Lewra di demên dawîn de zirar gihandin gorên zarokên Kurdan, her wiha zarok û jinên Kurd ên li Efrînê rastî destdirêjiyê tên. Li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî dewleta Tirk a faşîst hemû derfetan ji bo sîtemkariya gelê Kurd bi kar tîne.

Em wek gelê Efrînê ku dewleta Tirk erdên me dagir kiriye û wek hunermendên Kevana Zêrîn em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û hêzên cîhanî dikin ku sîtemkariya dewleta Tirk li dijî jin û zarokên Kurdan rawestînin.

Em vê bûyera kirêt şermezar dikin û em sersaxiyê ji malbata Bariş û ji hemû gelê Kurd re dixwazin.”

cx


Mijarên Din