Keştiyek Tirkiyê bi tankan barkirî gihaşt Lîbyayê

Li gorî berdevkê fermî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ,artêşê beriya nîvro tevgera keştiyek Tirkiyê ku bi wesayîtên leşkerî barkirî ji Stenbolê tê, li keştîgeha Misarata şopand.

Mismarî diyar kir ku keştî girêdayî şirketek Tirkî û 60 tank ji cureya M bar dike.

Mismarî anî ziman ku artêşa Lîbyayê  tevgera vaporek Îtalî nêzî keştiya Tirkiyê bû lê ew asteng nekir, şopand. Ji ber ku beşdarî operasyona "Ereny" a Ewropî nebûye.

Mismarî roja Duşemê got operasyonên mezin li eniyên Terablusê rû didin. Hêzên hawayî sîwanek li herêma Xiryan ber bi Ezîziye ve çêdikin da ku nehêle milîsan kom bibin.

(şx)


Mijarên Din