Keştiya Stena Impero ji Bendera Abbas derket

Keştiya ‘Stena Impero’ ku ala Brîtanyayê rakiribû û ji aliyê Îranê ve di Tîrmehê de hate girtin, îro ji Bendera Abbas a Îranê derket.

Tora Erebiye ragihand ku roja înê berdevkê şîrketa Stina Balck a Swêdî û kaptanê keştiyê De Max bi nameyekê parve kir ku keştî amadekariyê derketina ji Bendera Abbas dike.

Roja pêncşemê serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bal kişandibû ser ku piştî bergiriyên qanûnî li welatê wî bi dawî bûne, tê pêşbînkirin ku keştî were berdan.

Rûhanî di civîna çapemeniyê ya ku li New Yorkê de têkildarî kombûna salane ya ku berpirsên cîhanê ji bo beşdarî civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibin, amade bûn got, wextî dawî li bergiriyên der barê keştiyê de werin, dê keştî were berdan.

Wezareta Karên Derve ya Îranê jî roja çarşemê ragihand ku girtina keştiyê rawestandin û îşaret bi berdewamkirina bergiriyên têkildarî rewşa keştiyê kir.

Tê zanîn ku keştî li Tengava Hurmiz ji aliyê Pasdarên Îranê ve bi tawana binpêkirinên rêgezên deryayî hate girtin. Ev jî piştî 2 hefteyan ji girtina Brîtanyayê ji keştiya Îranê ku li hemberî Cebel Tariq girtibûn û di Tebaxê de serbest berdan, pêk hat.

Di demên derbasbûyî de Îranê 7 kes ji 23 deryavanan berdan û Stina Balck bi armanca serbestberdana kesên din kete dewreyê.

(eh)


Mijarên Din