Keştiya petrolê ya ku ber bi Sûriyê ve dihate şandin, hate rawestandin

Hikumeta Cebel El-Tariq keştiya petrol ku guman dike petrolê ber bi Sûriyê ve dibe, li peravên xwe rawestand.

Li gorî BBC a Brîtanyayê, serokê hikumeta Cebel El-Tariq Fabian Piccardo roja pêncşemê ragihand ku hikumeta wî, keştiya petrolê li peravên xwe ku guman dikir ku petrolê ber bi Sûriyê ve dibe, rawestandiye.

Di vê çavçoveyê de hikumeta Cebel El-Tariq yekser bergiriyên rawestandina keştiya petrolê ya ku ber bi Sûriyê ve diçû, girtin.

Sedema rawestandina keştiyê ew e ku qanûnên cezayên Yekitiya Ewropayê (YE) binpê kirin.

Têkildarî mijarê  hikumeta Cebel El-Tariq daxuayniyek  weşand û got: "Li gel me sedem hene ku tê pêşbînkirin " Grace 1" petrola xam dibir filtera Banyasê ya ku cezayên YE’yê li ser Sûriyê hatine ferizkirin."

Berdewama daxuyaniyê wiha ye:”Fermana rawestandinê bi rêya destwerdana hêzên deryayî yên Bratanyayê vê sibehê, pêk hat.

Cezayên Ewropayê yên li ser Sûriyê hatine ferzkirin ji dawiya 2011’an ve bû û di Gulana borî de jî heta Hizêrana 2020’an hate zêdekirin. Ew jî qedexekirina petrol û cemidandina tevahî heyînên Banka Navendî ya Sûriyê yên li YE’yê ne.

(fr)

 

 


Mijarên Din