Keştiya Brîtanyayê ya şer gihaşt Kendavê

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku keştiya şer "HMS Duncan" gihaşt Kendavê da ku çûn û hatina keştiyên ku ala Brîtanyayê li ser e, bişopîne.

AFP`ê ragihand ku Londonê ferman da ku keştiyên şer ji bo şopandina keştiyên di tengava Hurmizê re derbas dibin, erkdar bike. Beriya niha Îranê keştiyeke ku ala Brîtanyayê li ser bû, girt.

Hefteya çûyî Brîtanyayê ragihand ku plan dike hêzekê bi rêveberiya Ewropayê ava bike da ku parastina veguhastina deryayî bike û tekez kir ku ew hewl nade bi Îranê re bikeve nav şerekî.

Her wiha Londonê ji keştiyên ku ala Brîtanyayê li ser e, daxwaz kir ku dema di tengava Hurmiz re derbas dibin agahiyê bidin.

(jo)


Mijarên Din