Keştiya Adrian Darya 1 ya Îranê li beramberî bendereke Lubnanê ye

Daneyên tevgera keştiya petrolê ya Îranê ‘Adrian Darya 1’ ku berê bi nave ‘Grace 1’ dihat naskirin, diyar dikin ku keştî niha li hemberî bendereke Terablusê ya li bakurê Lubnanê ye.

Tora Skynewsê diyar kir ku malpera ‘marinetraffic.com’ ku liva keştiya Îranê dişopîne, diyar kir ku piştî keştî li hemberî benderên Sûriyê rawestiya, êdî hêdî li beramberî deryayên herêmî yên Lubnanê tev digere.

Heta niha rêgeha keştiyê ne diyar e, Îran dibêje petrol firotiye û bikir dê rêgeha wê diyar bike.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di demên derbasbûyî de destnîşan kir ku keştî dê ber bi Lubnanê ve biçe û rayedarên Lubnanê vê yekê piştrast nakin, di heman demê de wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo di demên berê de îdia kir ku keştî ber bi parzûngeha (rafînerî) Sûriyê ve diçe.

Tê zanîn ku DYA`yê têkildarî rêgeha Adrian Darya 1 ku 2.1 milyon bermîlên petrola safî bi nirxekî nêzî 130 milyon dolarî hildigire, hişyar kir.

Di vê derbarê de ji ber gumana binpêkirina cezayên Yekitiya Ewropayê, ku barê petrola Îranê ber bi Sûriyê ve biriye, keştî 5 rojan li Cebel Tariqê hatibû rawestandin, paşê dema hate serbestberdan, yekser dadgeheke yekgirtî ya Amerîkayê ji ber sedemên cuda ew girt, lê desthilata Cebel Tariq red kir.

Tehranê jî diyar kir ku heke DYA careke din keştiyê bigire, dê encamên giran derkevin holê.

(eh)


Mijarên Din