Kesên nenas mixtarê bajaroka El-Dehla yê Dêrazorê qetil kirin

Kesên nenas îro şêx Elî E-Wîs ku mixtarê bajaroka El-Dehla yê bejahiya rojhilatê Dêrazorê ye, qetil kirin.

Li gorî agahiyên ku ketin destê nûçegihanê me, Elî El-Wîs dema diçû mizfeta bajarok da ku nimêja Cejna Qurbanê bike, hate qetilkirin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn yekser hatin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.

Li gorî şêniyên bajarok Elî El-Wîs bi çekeke ku deng jê dernakeve hate kuştine.

Duh jî berdevkê qebîleya Eqîdat Silêman El-Kesar li herêma El-Bisîra yê Dêrazorê hate qetilkirin û kurê wî jî birîndar bû.

ANHA


Mijarên Din