Keşe Neîm Yûsif: Dîroka dewleta Tirk bi qetilamên li dijî gelan tijî ye

Keşe Neîm Yûsif got, dîroka Tirkiyê bi qetilamên li dijî gelên herêmê tijî ye, banga yekîtiyê li pêkhateyan kir û got: "Lihevkirinên derve na, tenê yekîtî mîsogeriya bersivdayîna êrişan e."

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û sivîlan dike hedef. Bi vê yekê dîroka reş a dewleta Tirk tê bîra mirov ku çawa gelên herêmê dikir hedef.

Keşeyê bi navê Neîm Yûsif der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê ji ajansa me re axivî:"Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê şermezar dikin. Ne ji mafê tu dewletê ye êrişî xaka dewleteke din bike. Ev yek di qanûnên navdewletî de hatine diyarkirin. Ji ber wê me vê yekê şermezar dikin û ev yek êrîşa li dijî gel û xaka me ye."

Keşe Yûsif di axaftina xwe de wiha anî ziman:"Mafê tu dewletê nîne ku êrişên dewletekê li ser welatekê din erê bike. Dewletên ku êrişên Tirkiyê dipejirînin ji êrişan berpirsyar in. Ew jî mîna Tirkiyê têne şermezarkirin ji ber xaka me bipê dikin."

 ‘Mîsogeriya rast hevgirtina pêkhateyan e‘

Keşe Yûsif di axaftina xwe de behsa lihevkirinên navdewletî der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û anî ziman ku girîng e pêkhateyên herêmê xwe bispêrin hev li şûna xwe bispêrin aliyên derve û wiha pêde çû:"Misogeriya rast pêkhateyên herêmê bi xwe ne. Divê xwe ne spêrin aliyê derve. Aliyên derve li gorî berjewendiyên xwe têne guhertin. Ji ber wê mîsogerî ew e ku em xwe bispêrin hev da ku em pirên ji heskirin, yekîtî û hevgirtina niştîmanî ava bikin."

 ‘Dîroka dewleta Tirk tijî tundî û terora li dijî gelên herêmê ye‘

Keşe Yûsif bi bîr xist ku dîroka Tirkiyê ya qirkirina gelan dirêje û got:"Dîroka Tirkiyê tijî teror û tundiya li dijî gelên herêmê ye û bi taybet li dijî ermen, suryan û kurdan. Ji ber xwe tenê dibîne. Ma şer û pevçûn ji ku derê tên. Ji kêfxweşiya însanan tê. Ji ber wê divê her kes xwe ji hundir de terbiye bike. Ji ber çavkaniya aştî û terorê di hundirê mirov de ye."

 ‘Kesên ku navê Artêşa Wetenî li xwe dikin, terorîst in‘

Keşe Yûsif di berdewama gotina xwe de ev tişt anî ziman:"Kesên navê Artêşa Wetenî li xwe dikin û hevkariya wan bi derve re heye em nakirin navê wetenî li wan bikin. Ji ber xaka Sûriyê dagir dikin. Em nikarin navê artêşê li wan bikin ji ber komên çekdar in. Her wiha nabe ku ku em wan weke artêş bibînin ji ber karê wan terorî ye û zerarê dide welatê me."

Keşe Neîm Yûsif di dawiya axaftina xwe de, li dijî êrişên derve banga piştevaniya navxweyî ya pêkhateyan kir û got: "Her çend xalên lewaz û parçebûn di navbera pêkhateyan de hebin, dijmin wê sûdê digire . Lew ra li hemberî dijmin yekîtî pêwîst e. Divê em ji hev hez bikin, dest bidin hev, îtîqamê terk bikin û pirên heskirinê ava bikin, wekî ku Mesîh bang dike. "

(bx)

ANHA


Mijarên Din