Keşe: Banga me aştî ye, Tirkiye hewl dide aramiya herêmê têk bibe

Keşeyê Dêra Mar Toma Resûl ê herêma Serêkaniyê Mîxaîl Yaqûb got: “Banga me  aştî û jiyanek hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de ye. Lê dagirkeriya Tirk hewl dide aramiya herêmê têk bibe.”

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirrengiya pêkhate, ol, mezheb û etnîkan tê naskirin. Pêkhateyên herêmê niha di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jiyaneke hevpar dijîn.

Dagirkeriya Tirk  ji projeyên demokratîk ditirse. Ji ber wê jî hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Dewleta dagirker piştî ku DAIŞ li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çû, gefên dagirkirinê li herêmê dixwe.

Derbarê mijarê de Keşeyê Dêra Mar Toma Resûl ê li bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mîxaîl Yaqûb hevdîtinek bi ajansa me re çêkir.  Yaqûb got: “Em destwerdanên dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Dagirkeriya Tirk hemû pêkhateyan dike hedef.”

Yaqûb, destnîşan kir ku ji bingeha baweriya xwe ya Mesîhî ve hemû cure şer, gefên li ser herêmên wan ku aramiya herêmê armanc dike ji aliyê dagirkeriya Tirk ve red dikin û got: "Armanca me ya sereke jiyaneke bi aram û aştî li herêmê bi hemû pêkhateyan re ye."

‘Em bangewazên aştî û jiyana hevbeş in‘

Keşe Mîxaîl Yaqûb bal kişand ser gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Armanca van gefan parastina berjewendiyên dewleta Tirk in.  Gelê herêmê banga aştî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhate, ol û mezheban de, dikin. Mesîh jî bi biratiya gelan, jiyana hevbeş a bêyî  ferq û cûdabûn wesyet kiriye.”

Mîxaîl Yaqûb di dawiya axaftina xwe de bang li cîhanê û hemû pêkhateyên herêmê kir ku ji bo aştî û hezkirina di navbera hemû pêkhateyan de bixebitin.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din