Kesê di bûyera duh a li Hewlêrê de birîndar bibû mir

Yek ji kesên di bûyera duh a li Hewlêrê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya RT ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyekî ewlehî yê Iraqê yek ji kesên di bûyera duh ya gulebarandina doplomatên Tirk li Hewlrê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Çavkanî got, welatiyê Iraqê bi navê Pêjdar Remedan duh di bûyera hedefkirina cîgirê konsûlê Tirkiye yê li Hewlêrê birîndar bibû şevê din jiyana xwe ji dest da.

Duh cîgirê konsûlê Tirkiye yê li Hewlêrê li restoranta Okbas a nêzî konsolosxaneyê bûn hat gulebarandin, di encamê de cîgirê konsolê Tirkiyê yê Hewlêrê  û du alîkarê wî hatin kuştin.


Mijarên Din