Kenco: Ji bo yekîtiya Kurdan şert ne pêwîst in

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Kemîran Ismaîl got di pêvejoya heyî de ji partiyên kurd tê xwestin ku bi lez çareseriyan bibînin, yekitiya kurdî ava bikin û li dora însiyatîfa kongreya neteweyî ya kurdistanê KNK`ê kom bibin.

Yekrêziya refa kurd, daxwazek gelêrî û hêviya her kurdekî ye. Lê pirsgirêkên siyasî û nakokiyên partiyetî yên teng li hember hêviyên kurd dibin asteng. Tevî ku dewletên dijberî doza kurd, ajandeyên xwe di navbera partiyan de diçînin ji bo ku timayên xwe û berjewendiyên xwe  li ser hesabê gelê kurd pêk bînin.

Girêdayî mijarê endamê rêveberiya giştî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Kemîran Ismaîl Kenco destnîşan kir ku di pêvajoya ku niha gelê kurd tê re derbas dibe de pêwîst dike ku partiyên kurd li gorî berjewendiya gelê kurd tev bigerin û ne li gorî berjewendiyên  partiyetî. Kenco diyar kir ku divê partiyên kurd bikevin ferqa vê pêvajoyê û tevahiya nakokiyên xwe yên siyasî çareser bikin.

‘DEMA ME FAM KIR KU MECILS NIKARE XIZMETA GELÊ KURD BIKE EM JÊ VEKIŞIYAN’

Kenco wiha got: "Partiya Çepgir di destpêka aloziya Sûriyê de endamê Meclisa Niştîmanî ya Kurd bû. Dema me fam kir ku meclis nikare xizmeta gelê kurd bike, em jê vekişiyan. Ji baweriya me ku meclis tenê xizmeta ajandeyên derve û berjewendiyên kesayetî yên hinek rêveberên sereke yên partiyên din ên meclisê dike."

Kemîran destnîşan kir ku partiyên kurd ên ku tev li Rêveberiya Xweser bûne, rola xwe bi awayekî demokratîk û azad dilîzin bi rêya hilbijartinên meclisên herêmî û şaredariyan ên ku di zivistana 2018`an de pêk hatiye. Piştî wan hilbijartinan gelek partiyên siyasî tev li rêveberî û meclisên herêmî yên di nav Rêveberiya Xweser û saziyên wê de bûn. Kenco teqez kir ku ew amade ne erka ji wan tê xwestin pêk bînin ji bo ku Rêveberiya Xweser a ku ji destpêkê ve tev lê bûne, biparêzin.

Kenco di nav gotinên xwe de diyar kir ku beriya destpêkirina hilbijartinan, Rêveberiya Xweser bang li tevahiya hêzên kurdî kirin ji bo ku tev li hilbijartinan bibin û rola xwe di dengdayînê de pêk bînin. Kenco îşaretpê kir ku partiyên ku xizmeta ajandeyên derve dikin, banga rêveberiyê red kir ji ber ku di çarçoveya xizmeta yekitiya kurdî de ne xwedî biryar in.

‘ENDAMÊN WAN PARTIYAN DI NAVAROKA PIRANIYA BIRYARAN DE LI DIJÎ RÊVEBERIYÊN XWE DERDIKETIN’

Kenco wiha berdewam kir: "Endamên wan partiyan di navaroka piraniya biryaran de yên girêdayî yekitiya kurdî li dijî rêveberiyên xwe derdiketin. Endaman dixwestin yekitiya kurdî ava bikin, lê rêveberiyên wan ên li derve berjewendiya kesayetî dikin bingeh û nakokiya mala kurdî kurtir dikin. Da ku dijmin karibe wê valahiyê bi ajandeyên xwe dagire."

Têkildarî helwesta Partiya Çepgir ji yekitiya kurdî Kenco got: "Wek Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê ji destpêkê ve em hewl didin yekrêziya refa kurd ava bikin. Ew jî şertan naxwaze. Em amade ne tev li her masayeke danûstandinan bibin ji bo ku nakokiya mala kurdî çareser bikin. Dûrbûna di navbera partiyan de bû sedema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji ber ku dagirkerî nakokiyan di navbera wan partiyan de li ser qada navdewletî bikar anî da ku dagirkirina xwe rewa bike."

‘JI BO GELÊ KURD EV DERFETEK DÎROKÎ YE’

Her wiha Kenco bang li tevahiya partiyên Kurd kir ku bi lez diyaloga kurdî-kurdî li dar bixin û wiha domand: "Ji bo gelê Kurd ev derfeteke dîrokî ye. Divê welatparêz hemû bikevin ferqa vê pêvajoya çaranûsî ya ku em tê re derbas dibin."

Di dawiyê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Kemîran Ismaîl Kenco got: "Gelê Kurd û civaka navdewletî niha banga yekrêziya refa Kurd dikin. Ji bo ku bigihêjin çareseriyekê azara gelê me bi dawî dike. Lewra diyalog bi lez pêwîst dike ji bo ku yekitiya Kurd ava bibe. Divê hebû li dora insiyatîfên neteweyî kom bibin. Her wiha divê tevahiya aliyan tawîzan bidin ji bo ku bighêjin çareseriyekê ku gelê kurd pê razî dibe, ne ku dikeve xizmeta ajandeyên partiyetî yên teng."

(şx)

ANHA


Mijarên Din