Kenaleke Almanî, şerkirina DAIŞ`iyan bi Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re belge kir

Kenala "ARD" ya Almanyayê, şerkirina DAIŞ`ê bi artêş Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, belge kir.

Kenala Almanyayê, di yek ji dîmenan de got, DAIŞ`yê bi navê Husên El-Colanî ku straneke DAIŞ`ê dibêje "Silav ji dewletê re û seyfulmeslol e" bi vê yekê îşaretê bi "Dewleta DAIŞ`ê" dike.

Kenalê destnîşan kir ku El-Colanî, niha di nava Cebhet El-Şamiyê ku destekê ji Enqerayê digere de, şer dike.

Kenalê di raporeke xwe de destnîşan kir ku çeteyên bi navê Husên El-Colanî ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kêleka Tirkiyê şer dike, di sala 2015`an de berê xwe dabû Almaniyayê û salekê li wê derê jiya. Her wiha diyar kir ku çete wêneyên xwe li Almaniyê belav kir û piştî salekê vegeriya Sûriyê û tev li çeteyên Cebhet El-Şamiye bû.

Kenalê diyar kir ku çeteyan wêneyên xwe belav kirin ku çawa amadekariyên êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Tê zanîn ku dewleta Tirk ji zêdetirîn dewletên ku piştevaniya DAIŞ`ê dikin. Balafirgehên xwe ji bo pêşwazîkirina DAIŞ`iyan ji tevahî cîhanê re, vekir. Derfet da wan ku cihên mêvanan li bajarên Tirkiyê vekin. Derbaskirina wan ji Sûriyê û Iraqê re hêsan kir. Nûnerê Amerîkayê yê berê yê Koalîsyona Navdewletî Brett Mcgurk piştrast kir ku Tirkiyê hişt 40 hezar DAIŞ`î bi rêya sînorê Tirkiyê derbasî Sûriyê û Iraqê bibin.

(bx)


Mijarên Din