Kehrebe êdî 24 seatan digihîje Eyn Îsayê

Komîteya Kehrebeyê ya Eyn Îsayê tevî derfetên kêm û zirarên ku bi salan çêbûn, 24 seatan kehrebeyê digihîne hemû malên li navçeyê û gundewarên wê.

Komîteya Kehrebeyê ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî kedeke mezin dide da ku 24 seatan kehrebeyê bide hemû malên navçe û gundewarên wê û pirsgirêk û zirarên di kehrebeyê de derbas bikin.

Komîteyê ji destpêka avakirina wê di Sibata 2018`an de, şebeke û stasyonên kehrebeyê yên li navçe û gundewaran sererast kirin.

Li navendê 5 buro hene; buroya rêveberiya navendê, ya kargeha navîn, ya kargeha nizm, ya destwerdanê û ya aborî. Li buroyan 10 kes dixebitin; di nav de endezyar, pîşe û rêveberî ne û tenê 2 alavên wan hene.

Stasyona kehrebeyê ya Eyn Îsa û Gundewarên Wê kehrebeyê dide û stasyon bi 2 transan dixebite û giraniya her transekî 20 megawat e, niha stasyonek bi giraniya 10 megawat dixebite û stasyonek ji bo rojên ku kehrebe qut bibe yan jî zirar bigihîje stasyona din, bixebite.

Stasyona kehrebeyê ya Eyn Îsa ya li aliyê başûrê navçeyê dikeve, di 2003’yan de hate avakirin, kehrebe ji stasyona veguherandinê El-Firosiyê li bajarê Reqayê digihe wê, di serdema çeteyan û komên çekdar beriya sala 2016 ji sedî 90 xirab bûbû.

Stasyon, kehrebeyê dide navçeya Eyn Îsa û sedan gundên li gundewarê rojava, rojhilat û bakur, her wiha dide stasyona ava vexwarinê ya "El-Hîşê" ya kehrebeyê, gundewarê başûrê navçeyê ji stasyona bîra El-Heşem kehrebeyê digire.

Endama rêveberiya Navenda Kehrebeyê ya Eyn Îsa Fatime Ehmê ji ANHA`yê re behsa plan û projeyên pêşerojê ya komîteya xwe kir û wiha got: "Me dikaribû 24 seatan kehrebeyê bigihînin hemû şêniyên navçe û gundewaran, niha jî em berfirehkirina şebekeyên kehrebeyê li taxa El-Sîna li navçeyê lêkolîn dikin da ku desteka pîşezanan bikin û miîogeriya ku kehrebe xirab nebe dikin."

Fatime destnîşan ku aboriya kehrebeyê mehane 2 hezar lîreyên Sûriyeyê ye (nirxê lêçûna kehrebeyê yean) ji her malekê distînin û bang li şêniyan kirin ku kehrebeyê bi awayekî guncaw bikar bînin da ku tu zirar negihîjin wê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din