Keçeke Siûdî li Istanbolê winda bû

Piştî çend rojan ji îşkenceya 2 ciwanên ji Siûdiyê li Tirkiyê, çavkaniyan ragihandin ku keçikek ji Siûdiyê li pêşiya yek ji hotêlên li Istanbolê winda bû.

Rojnemeya Ekaz got keçeke Siûdî di rewşeke ne zelal de ji pêşiya yek ji hotêlên li Istanbolê ya Tirkiyê winda bû.

Çavkaniyan diyar kir ku balyozxaneya Siûdiyê li Tirkiyê vê bûyerê dişopîne û lêpirsînên der barê wê de dike.

Ev bûyer piştî çend rojan ji îşkenceya du hemwelatiyan li yek ji qehwexaneyên li herêma Şîşlî li Istanbolê ji aliyê çekdarên ne nas ve, pêk hat.

Balyozxaneya Komara Siûdiyê li Tirkiyê piştî ku 2 welatî rastî îşkenceyê hatin, bang li welatiyên Siûdiyê yên li Istanbolê kir ku tedbîran bigirin.

(jo)


Mijarên Din