Keça xwe ji çeteyên dagirkeriyê xilas kir, lê...

Piştî dagirkirina Efrînê keça xwe ya astendar hildigire û berê xwe dide tevahiya bendên kontrolê da ku ji Efrînê derkeve. Piştî gelek zehmetiyan wê ji çeteyan xilas dike û dighîne kantona Şehbayê lê mirirn heta wir li pey wê ma.

Çîrokên berxwedana dayîk û jinên Efrînê di Berxwedana Serdemê de roj bi roj zêde dibin. Çîrokên mîna romanan e. Hewl dan xwe û zarokên xwe ji binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê xilas bikin. Di nav wan çîrokan de çîroka jina bi navê Kîbar Hibo ya 45 salî û dayîka 8 zarokên ku yek ji wan astengdar e û du jî ji wefat kirine.

Di dema dagirkirina Efrînê de di 18`ê Adara 2018`an de Kîbar tevî 5 zarokên xwe derketin û hevserê wê hewl dida keça wê ya astengdar ji mal derxîne. Lê ji ber dijwarbûna topbaranê bav neçar dimîne bi tenê ji mal derkeve ji ber ku nikarî keça xwe derxîne.

Piştî ku Kîbar dighêje gundê Babnisê yê li kantona Şehabayê bûyerên ku bi hevserê wê re çêbûne dibihîse. Tehemul nake û vedigere Efrînê da ku keça xwe ya astengdar (14 salî) xilas bike.

Kîbar tevî keça xwe bi rêya motorsîklêtekê ku bi rê de rastê wan tê diçin Çiyayê Ehlam.

Kîbar çîroka xwe bi ajansa me  re parve kir û wiha domand: "Çawa dayîk dikare keça xwe bihêle ya ku nizane bi tenê bixwe û vexwe. Ew mîna keçek yek salî ye. Piştî ku em gihaştin Çiyayê Ehlam em heya gundê Basûtê meşiyan. Li wir dîsa bi rêya motosîklêtê em çûn Efrînê."

Kîbar wiha berdewam kir: "Dema em gihaştin mala me li taxa Mehmûdiyê, hindek malbat xwe di jêrzemînan de diparastin. Wê demê min ji zilamekî xwest ku alîkariya min bike da ku deriyê malê vekim. Dema ketim mal, min dengê keça xwe bihist ku alîkariyê dixwaze. Hema min cilên wê guhert û keça min a din şîr jê re amade kir. Di wê demê de hinekî rehet bûm ji ber ku beyî ku tiştek bi serê were min xwe gihandê."

Kîbar wiha vegotina çîroka xwe berdewam kir: "Ji ber topbaranê me xwe spart jêrzemînan. Bi zêdebûna dengên guleyan û topbaranê re, me zanî ku çete derbasî nav bajêr bûne û êdî ji me pir nêzîk bûne. Wê demê me biryar da ku bi çi rêbazî dibe bila bibe divê em ji bajêr derkevin. Bi êvarê re me wisa kir."

Rêwîtiya 15 deqeyan gelek saetan dirêj kir

Kîbar keça xwe li ser pişta xwe hildigire û keça wê ya din betaniyek û av radike û dest bi rêwistiya xwe dikin. Piştî ku ji kesekî ku pê re hevkar e dibêje ew ê biçe bijîşk ji mal derdive. Di rê de Kîbar rastî rojnamevanan tê û jê pirsan pirs dikin lê dîsa rêya xwe temam dike.

Kîbar wiha pê de çû: "Ez hinek meşiyan. Me çete di nav kolanên bajêr de dîtin. Di rê de yek ji wan me rawestand û ji me pirs kir hûn bi ku ve diçin. Min got ez diçim ji bo ku şîr ji keça xwe re bikirim. Destpêkê bawer nekirin lê di dawiyê de bi dijwarî min xwe ji wan xilas kir."

Rê di navber Efrîn û gundê Eyn Dara de bi otobusê 15 deqe ne. Lê piştî dagirkirina Efrîn Kîbar ji ber rawestandina çeteyan da ku bizanibin berê wê ku derê ye piştî gelek saetan dighêje gund.

Mirin li pey keça wê bû

Dayîka Kîbar li gundê Eyn Darayê dimîne, xwediyê motorsîklêtekê radiwastîne wî îqna dike ku hemû li motorsîklêtê siwar bibin heya dighêje gundê Aqîbe yê girêdayê navçeya Şêrawayê. Li wir bi rêye erebeyekê diçe gundê Babnisê.

Kîbar Hibo di dawiya gotina xwe de got: "Kesek texmîn nekir ku ez tevî her du keçên xwe ji wir xilas bibin. Lê em li hember tirsa xwe sekinîn û heta ku em gihaştin cihê ewlehiyê me li berxwe da."

Piştî çend meha ji ber qutbûna şîr li Şehbayê, ji ber ku malbat nikarî peyda bike û ji ber keça wê ya astengdar nikarî derman bixwe, keça wê  jiyana xwe ji dest dide.

(şx)

ANHA


Mijarên Din