Keça Filistînê: Da ku em bigihîjin mafê xwe, pêwîstî bi fikra azad heye

Ciwana ji Filistînê Nadiya Semûr got da ku gelê Filistînê bigihîje azadiya xwe û azadiya jinan, pêwîstî bi ramana azad wekî ramanên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, heye.

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Der barê destkeftiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşê de bi dest xistine, ajansa me ANHA’yê bi ciwana ji Filistînê Nadiya Semûr re hevpeyvînek çêkir. Nadiya bal kişand ser  serkeftin û destkeftiyên ku gel bi dest xistine û teqez kir ku gelê Filistînê û Kurd doza wan yek e.

Nadiya Semûr wiha got: "Gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sepand ku armanca wan azadiya gelên Rojhilata Navîn e, nemaze azadiya jinan e. Gelê Filistînê ku li tevayî cîhanê penaber bûye, pêwîstiya xwe bi van fikrên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên pêkanîn, heye da ku xewnên xwe pêk bînin."

Nadiya wiha dewam kir: “Em dixwazin ev proje û fikr li Rojhilata Navîn bibe giştî da ku krîzên ku herêm tê re derbas dibin, bên çareserkirin û di serî de doza Filistînê û azadiya jinan. Em dixwazin hê zêdetir fêrî van tecrubeyan bibin."

Nadiya got ew ji îdiayên serokê AKP’ê Erdogan ên “piştevaniya doza Filistînê dike” matmayî dibe û wiha dewam kir: "Axaftin û piştevaniya ku Erdogan dibêje ji bo doza Filistînê dikim, derew û durûtiyeke siyasî ye. Siyaseta wî li beramberî gelê Kurd ê di Tirkiyê de û yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînaka derewkarî û dijberjiya wî ye.”

Ciwana ji Filistînê Nadiya Semûr wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê pişta xwe bidin fikra azad da ku mafên xwe yên rawa bistînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din