KCK’ê nasnameya şehîdekî êrîşa 5’ê Tîrmehê eşkere kir

KCK'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşa hewayî ya 5'ê Tîrmehê de gerîlayê HPG'ê Murat Gunduz (Devran Canfeda) jî tevî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb şehîd bûye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di êrîşa hewayî ya 5’ê Tîrmehê ya li Qendîlê de gerîlayê HPG’ê Murat Gunduz (Devran Canfeda) jî tevî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb şehîd bûye.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Şehîd Devran (Murat Gunduz) sala 2014'an li navçeya Qereyazî ya Erziromê tev li nava refên gerîla bû ku xewn û xeyalên wî yên zarokatiyê bû.

Vê carê wek gerîlayekî azadiyê berê xwe da zozanên Serhedê. Dema ku biryar da bibe gerîlayekî azadiyê, êrîşên gelekî mezin û tarî li dijî gelê me û welatê me dihatin kirin. Ew dem bû ku li dijî tarîtiya DAIŞ'ê dil û mêjiyên ciwan mîna şûr tûj dibûn. Hevrê Devran mîna gelek ciwanên mîna xwe ji bo xwe wezîfeyeke exlaqî û dîrokî dît ku li dijî vê tarîtiyê çekê rake.

Li dijî qirkeriya faşîst dagirker li çiyayên serhedê 4 salan bi rengekî bêeman û bênavber tê koşiya. Gerîlayên herêma Serhedê di nava şert û mercên herî giran û dijwar de her roj derb li dijmin xistine.

Hevrê Devran di çalakiyeke mezin de ya li dijî dijmin ku mîna horsekî ji çiya, zozan û newalan li dijmin ket, ji lingê xwe birîndar bû, demeke dirêj hate dermankirin û piştî ku dermankirina wî bi dawî bû, bi kesayetiya xwe ya fedakar ji bo wergirtina wezîfe û berpirsyariyên nû kete nava hewldanan.

Bi vê hest û biryardariyê bi hişmendiya fedayî li her devera welêt amade bû ku wezîfeya jê re bê dayîn, pêk bîne.

Dema ku berpirsyariya xwe pêk dianî, 5'ê Tîrmeha 2019'an di encama êrîşeke namerdane ya dijminê qirker, dagirker û nokeran de, tevî 2 hevrêyên xwe şehîd Şahîn Dîcle û şehîd Helmet (Diyar Xerîb) bûn stêrk û tev li karwanê şehîdan bû.

Wezîfeya me ye ku em tola hevrêyên xwe hilînin û daxwazên wan pêk bînin. Soza hevrêyên şehîd soza me ye.

Nasnav: Devran Canfeda

Nav paşnav: Murat Gunduz

Navê dayikê: Sakîne

Navê bav: Medenî

Cihê jidayikbûnê: Gundê Kosa/Qereyazî/Erzirom

Cih û dîroka şehadetê: 5 Tîrmeh 2019


Mijarên Din