KCK: Gelên me bêyî ku ji dewletê hêvî bikin, divê piştgiriyê bi erdhejzedeyan re bikin

​​​​​​​Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser erdheja li Xarpêtê daxuyaniyek weşand û sersaxî ji malbat û xizmên kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.

KCK'ê got: "Gelên me bêyî ku ji dewletê hêvî bikin, divê piştgiriyê bi erdhejzedeyan re bikin."

Dateyên daxuyaniya KCK`ê wiha ye: “Divê gelê me mîna her dema karesatên xwezayî, di vê erdhejê de jî piştgiriyê bi mexdûran re bike. Civakîbûn û mirovbûn beriya her tiştî di rewşeke wiha de piştgiriyê û pêçandina birînên hev ferz dike. Nirxên ku di serdemên dîrokê de afirîne vê yekê li me ferz dikin. Gelekî girîng e ku bêyî ji dewletê hêvî bikin, gelên me dereng nekevin û yekser piştgiriyê bi mexdûrên erdhejê re bikin. Ji ber ku karesatên erdhej, lehî û yên mîna wan dikare bê serê her civakê. Lewma piştgirî û alîkarî beriya her tiştî li civakê bi xwe tê kirin.

Gelek caran eşkere bûye ku dewleta Tirk dewleteke welê ye, tenduristî û ewlekariya gel ne xema wê ye. Piştî erdheja Marmarayê ya 1999'an ku bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, baca ji bo erdhejê hate komkirin li tedbîrên li dijî erdhejê nehatin xerckirin. Bi milyonan lîreyê Tirk an jî dolar, ya ji bo dagirtina valahiya budçeyê ya jî ji bo teşwîqkirina razemeniyên bûrjûvaziyê hatin bikaranîn. Baca ji bo erdhejê hate standin ji bo tedbîrên têkildarî erdhejê nehatin bikaranîn ku ev yek jî karakterê desthiladariya AKP'ê radixe pêş çavan.

Di 5-6 saetên destpêkê yên erdheja Xarpêtê de hate gotin ku hejmara miriyan 10 derbas nekiriye. Lê belê dewleta Tirk ji ber ku di her erdhejê de hejmara mirî û birîndaran kêm eşkere dike, gel ji vê hejmarê bawer nake. Bêguman em hêvîdar in ku hejmara mirî û birîndaran kêm be. Bi wesîleya vê erdhejê em dixwazin vê yekê destnîşan bikin; eger feraseta desthiladariya dewletê ya heyî neyê guhertin û têkildarî erdhejê tedbîr neyên wergirtin, dibe ku gelên me di salên nêz de bi deh hezaran qurbanî û birîndaran ji ber karesatên wiha bidin. Lewma divê zexta li ser dewlet û desthilatdariyê ya ji bo wergirtina tedbîran bê zêdekirin. Beriya her tiştî divê civak ji dewletê hêvî neke, tedbîrên xwe bi xwe werbigire û di rewşeke wiha de piştgiriya bi hev re xurt bike.

Bêberpirsyarî û xemsariya dewlet û desthilatdariyê ya li pêşberî karesatên xwezayî careke din bi rengekî eşkere nîşan dide ku divê gel ji dewletê rizgar bibe, xwe bi rengê sîstema konfederal a demokratîk bi rê ve bibe. Gel tenê bi rêveberiyên xwe dikare xwe li pêşberî erdhejê û her şêweyên karesatê bi rengê herî baş amade bike.

Ji gelê me re derbasî be; em ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin û pê bawer in ku gelê me wê bi awayê herî xurt alîkariya hev bike."


Mijarên Din