Kazaxistian: Opozisyonê agirbest pejirand lê Alqayida nepejirandiye

Berpirsê beşê Asya û Afrîka yê wezareta karên derve ya Kazaxistinê Mocashe Sarkoly diyar kir ku opozisyona Sûriyê ya li Asîtanayê agirbesta rejîmê pejirandinye, lê li herêmên ``bêçek`` Alqayida heye, wê agirbest nepijirandiye.

Tora 13`min ya hevdîtinên Asîtanayê di roja duyemîn de dewam dike, di dawiya hevdîtinên roja yekemîn de rejîma Sûriyê li herêmên ``bêçek`` agirbest ragihand.

Mocashe Sarkoly îro, înê, ji ronamevann re diyar kir ku beşdarên civînê agirbest ragihandin, agirbest di navbera desthilatdariyê û opzisyona çekdar de destpê kir ``lê li heman herêmê hin rêxistinên terorist hene, wan aigrbest nepejirandiye``.

Tevî agirbestê jî lê komên çete yên girêdayî Tirkuyê li herêmên Idlibê çeperên hêzên rejîmê li gundewarên Qerdaha bombebaran kirin, hêzên rejîmê jî bersiv dan û gundewarên Hemahyê bombebaran kirin. Navenda çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê diyar kir ku agirbest di roja yekemîn de hate binpêkirin.

Mocashe Sarkoly diyar kir ku rejîmê û opoziysyonê derbarê avakirina komîteya makzagonê de jî lihev kirine ``Hin nakokiyên wan hebûn derbarê hin navan de, lê xuyaye ku wan lihev kiriye ku di demên pêş de dê komîteya makzagonê ava bikin``.

Aliyên ku li Sûriyê ne ji endametiya komîteya makzagonê hatine dûr xistin, di komîteyê de tenê nûnerên rejîmê û yên opzisyonê hene``.


Mijarên Din