Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê piştî bidawîbûna ezmûnên werza yekemîn a sala xwendinê, karnameyên dibistanan li 15 hezar û 500 xwendekaran belav kirin, her wiha xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 8 dibistan di navbera Eşrefiyê û aliyê rojava û rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê de hene.
Endama rêveberiya Dibistana Aya Qasim a taxa Şêxmeqsûdê, Bêrîvan Oso hemû xwendekarên serkeftî pîroz kirin û piştrast kir ku rêjeya xwendekarên serkeftî ji sedî 80 ye û hêvî kir ku di werza bê de hemû xwendekar bi ser bikevin.
Piştî belavkirina xelatan li xwendekarên serkeftî, koma xwendekeran a dibistanan govendên folklorîk gerandin.
ANHA