Karkerên paqijiyê heta rojên cejnan jî ji bo jîngeheke paqij dixebitin

Karkerên ku karê paqijiyê dikin her sibe û heta di rojên cejnan de jî dest bi xebatê dikin û hewl didin jîngeheke paqij esas bigirin. Têkilarî vê yekê karkerekî got, ew bi kar ê xwe serbilind in, ji ber ku xizmeta civakê dike, lê divê şênî jî hevkar bin.

Bê guman kadroyên tendurstiyê di dema lûtkeya belavbûna vîrusa Koronayê li herêmn Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke sereke di pêşîlêgirtina vîrusê de lîstin.

Li aliyekî din jî hin kes hene bi berdewamî xebitîn ku ku rê li pêşiya belavbûna vîrusê bigirin û ji bo parastina bedewiya bajêr û herêmên ku lê dixebitin tê dikoşin, heta rojên cejn û boneyan jî karên xwe paşguh nakin.

Leşkerên nenas an jî artêşa paqijiyê û gelek navên dîtir li karkerên paqijiyê ji bo xebatên wan hatin kirin.

Li  şaredariyên gel ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, karkerên paqijiyê karên xwe beriya karkerên din dikin, ji saetên sibê berê xwe didin karên xwe da ku çopê rakin, kom bikin û kolan û taxan paqij bikin.

EREBE Û ALAVÊN WAN ÊN TAYBET, NE MÎNA YÊN KESÊN DIN BI KAR TÎNIN

Erebe û alavên wan ên taybet ku pê karê xwe dikin, ne mîna tevahî erebe û alavên dîtir ku mirov bi kar tînin. Erebe bi dolabekî ye, du destikên wê hene, bi destan tên ajotin û çend alav, lê bandorên wan mezin in.

sibirge ji alavên wan ên herî girîn e, bi xwe hildigirin û ji têketina bajêr heta bi derketina wê û kolanên şaxî dest bi xebata xwe dikin.

Mihemed Ehmed Xelîfe karkerekî paqijiyê ku li Şaredariya Gel a Tirbespiyê dixebite û wiha got: "Em di saetên sibê de dest bi kar dikin, kolanan ji çopa komkirî paqij dikin û dixin erebeyên xwe. Piştre bi rêya erebeyên taybet li cihên çopê yên derveyî bajêr vala dikin."

Salim El-Nasir karkerekî din ê paqijiyê ye axivî û da zanîn ku ew bi xebata xwe serbilind in û hewl didin parastina welatiyan ji nexweşiyan bikin, tax û bajarên wan jî paqij bikin.

ꞌPAQIJÎ BEPIRSYARIYA HER KESÎ YEꞌ

Salim El-Nasir diyar kir ku ji welatiyan jî tê xwestin ku parastina paqijiyê bikin û domand: "Divê şênî çopê nevêjin kolanan. Ji ber ku paqijî ne tenê berpirsyariya karkerên paqijiyê ye, lê belê berpirsyariya hemû şêniyan e."

şêniyekî ji navçeya Tirbespiyê Rad El-Saran spasiya karkerên paqijiyê kir ku di paqijkirinê de xwedî roleke mezin in û piştrast kir ku rola wan di civakê de roleke mezin e û bang li şêniyan  kir ku bi karkeran re hevkar bin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din