Kargeha tûrên xêş pêdiviyên herêmê dabîn dike

Kargeha tûrên xêş pêdiviyên herêma Cizîrê ji tûran dabîn dike. Rêveberiya kargehê niha projeyên zêdekirina berhema kargehê lêkolîn dike da ku pêdiviyên tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û derxe derve jî.

Bi ewlehiya li herêmê re, herêmê ji gelek aliyan ve bi pêş ve diçe. Jê jî aliyên endustriyê (pîşesazî) ye. Her wiha gelek kargeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin. Wê jî bandoreke girîng der barê piştevaniya herêmê, pêşdeçûna berhema herêmî de pêk anî. Da ku pêwîstiyên şêniyên herêmê bên dabînkirin û neçar nemîniin ji derve bînin.

Kargeha Şîrketa Zap a Tûrên Xêş kargeheke li herêmê ye. Kargeha yekemîn e ku li herêma Cizîrê hatiye vekirin. Piştî 2 salên ji lêkolîn û amadekariyên ku Şîrketa Zap a Aboriyê pêk anîne, kargeh ji nêzî salekê ve bi awayekî fermî hatiye vekirin û berhemê dide. Di kargehê de 12 alav hene. Lê belê alavên dixebitin tenê 9 in, ji ber ku li gorî rêveberiyên kargehê, têra dabînkirina sûkên herêmê dike.

Di destpêkê de, şîrketê kesên pispor ji herêmên Sûriyê anîn da ku alavan siwar bike, bixebitîne û kadroyên kargehê yên ji 11 karkeran pêk tê û ji nav wan jî 6 jin, perwerde bike. Ji wê zêdetir jî 2 çavdêr, pîşesaz û rêveber hene û li ser çawaniya xebitandina van alavan hatine perwerdekirin. Lê niha ji hêla kadroyên herêmê ve kargeh tê xebitandin û bikaranîn.

Kargeha tûrên xêş li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê hat vekirin. Vekirina kargehê, rola xwe ya girîng ji pêkanîna pêdiviyên herêmê ji tûran, bi taybet cotkar û aşan heye. Her wiha berhemdayîna kargehê ya mehekê 20 hezar tûr e.

Berê cotkar û xwediyên aşan, neçar diman ku tûrên xêş ku bi 115 lîreyên Sûriyê dihatin firotin, ji derve bikirin. Her wiha dabînkirina hejmara pêwîst jî dijwar bû. Bi vekirina kargehê re, tûr li herêmê bi bihayê 85 lîreyên Sûriyê hat peydakirin.

Astengiyên herî dijwar, dabînkirina madeyên destpêkê ye

Kargeha tûran rojane 7 saetan dixebite. Ew jî bi sedema tunebûna madeya destpêkê, bi taybet tayên ku pê tûr çêdibin. Ev made jî ji derve bi buhayekî bilind tê. Li rexê jî demeke dirêj dixwaze hate ku bigihîje kargehê.

Di vî warî de, rêveberê kargehê Mihemed xêr Cuma îşaret pê kir ku ew gelek astegniyan di dema peydakirina madeyên destpêkê de dikişînin û wiha got: "Em tayan ji derve dikirin û li ser me biha disekine. Ji ber ku tê de, kirîn, veguhastin û gumrûk heye heta ku bigihîne kargehê. Heke li gel me alaveke çêkirina tayan hebûya, dê bihayê tûran hê erzantir bibûya."

Der barê hin astengiyên din de jî Mihemed Xêr Cuma anî ziman: "Ku alavek xirab dide, astengiya çêkirina wê heye. Ji ber ku alavên nûjen in. Tu kesekî pispor di herêmê de ji bo çêkirina wan alavan tu peyda bikî hinekî astengî heye. Ji lew re neçar dimînin ku alîkariyê ji derve ji bo çêkirina alavan bixwazin."

Çêkirina ta û zêdekirina berhemê ji projeyên girîng ên pêşerojê ne

Bi armanca zêdekirina berhemê û derbaskirina 3 alavên dîtir li kargehê da ku pêdiviyên tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tûrên xêş pêk bîne, rêveberiya kargehê niha lêkolînê li ser kirîna alava çêkirina tayên tûrên xêş a bi navê ‘Accoder’ dike.

Mihemed Xêr Cuma da zanîn ku ew hewl didin kargehê bi pêş bixin û wiha got: "Em niha lêkolînê li ser projeya kirîna alava çêkirina tayên ku tûr pê tên çêkirin dikin. Ev jî dê lêçûnê kêm bike û nehêlibe bazirgan bi bihayê bilîzin. Bi kirîna wê alavê re, dê her sê alavên din jî bi kar bînin. Lê tenê ne ev, em ê berhemê derxînin derve jî."

(fr)

ANHA


Mijarên Din