​​​​​​​Kargeha Roj rojane 2 ton cîps hildiberîne

Bi keda jinan Kargeha Roj rojane 2 ton cîps hildiberîne. Ev miqdar beşek ji pêwîstiyên bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda dike.

Kargeha Roj a çêkirina cîpsan hilberînên bikalîte derdixe. Ev hilberîn li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên belavkirin.

Desteya Aboriyê ya Herêma Cizîrê Kargeha Roj di destpêka sala 2015`an de bi armanca pêşxistina aboriya herêmî, peydakirina derfetên kar bi taybet ji jinan re, vekir. Piştî ku amûrên nû di kargehê de hatin bicihkirin, hilberîna kargehê zêde bû, biha kêm bûn û rê li pêşiya keysbaziya xwediyên kargehên taybet girt.

Di kargehê de du cure cîps têne amadekirin; yek ji genim û yek ji garis. Du xetên hilberînê di Kargeha Roj de hene. Yek ji bo çêkirina cîpsên ji garis, xeta din ji bo çêkirina cîpsa ji genim.

Her du xetên hilberînê rojane derdora 2 ton ji her du cureyan hildiberîne. Ev hilberîn beşek ji pêwîstiya civakê peyda dikin. Hilberîn di nav sûkên bajarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bihayên guncaw têne firotin.

Têkildarî kalîteya cîps û miqdara hilberînê endama rêveber Şêrîn Qasim got: "Kargeha Roj cîpsan di bin  çavdêriya kesên pispor de hildiberîne. Rojane amûrên kargehê têne paqijkirin. Di kargehê de 12 jin kar dikin da ku debara malbatên xwe peyda bikin.”

Di dawiyê de Şêrîn Qasim got: "Armanc ji vekirina kargehê, ew e ku rêgeza xwetêrkirinê bi rêya hilberînên herêmî peyda bibe. Keysbaziya kargehên taybet û bazirganan bişikîne û derfetên kar ji şêniyan re peyda bike."

(şx)

ANHA


Mijarên Din