Kargeha pembo ya Hesekê li gorî mekanîzmaya diyarkirî dê şermiyê pembo wergire

Kargeha pembo ya bajarê Hesekê li gorî merc û mekanîzmayên ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine diyarkirin, amadekariya wergirtina berhema pembo dike. Dê heta 100 hezar ton pembo bê pêşwazkirin.

Rêveberiya Xweser li Navenda Desteyên Rêveberiya Xweser a li Eyn Îsa bi beşdariya hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş û cîgirên hevserokatiyê, hevserokên Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barodo û Emel Xuzêm, hevserokên Desteya Darayî Welat Hac Elî û Selwa Seyêd û nûnerên Yekitiyên Giştî yên Cotkaran ên 7 rêveberiyan, civînek li dar xist.

Di civînê de, Rêveberiya Xweser bihayê pembo di navbera 330 heta 32 lîreyên Sûriyê ji her kîloyekî re li gorî başbûna wê, diyar kir. Komîteya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve ji bo danîna bihaya kirînê hatiye erkdarkirin, ew biha danî. Her wiha gelek navend ji bo wergirtina berhemê hatin diyarkirin.

Mewsima çinîna pembo li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Her donimek nêzî 300 kîloyan dide. Li gorî Yekitiya Giştî ya Cotkaran a Rêveberiya Xweser miqdara lêçûna her donimekî 50 heta 65 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Kargeha pembo ya bajarê Hesekê ji girîngtirîn û mezintirîn kargehên pembo yên li Sûriyê ye. Kargeha pembo piştî topbaranên hêzên rejîmê di Adara 2014’an de rastî gelek ziyanan hat. Bi wê re jî gelek salan hat rawestandin. Piştî çêkirina kargeha pembo di sala 2018’an de ji hêla Desteya Aborî ya kantona Cizîrê ve bi lêçûna nêzî milyonek dolar, ji nû ve xebitî. Ev sala duyemîn e ku kargeha pembo dixebite.

Kargeha pembo ya Hesekê îsal dikare 100 hezar ton pembo piştî xebatên çêkirin û amadekirinê wergire. Beriya wê enerjiya wergirtinê kêmtirî 50 hezar tonan bû. Her wiha enerjiya berhemdayîna kargeha pembo rojane heta 48 ton derbas dike. Xebata li kargeha pembo li ser du beşan e û her beşek 8 saetan dixebite.

Mekanîzmaya wergirtina pembo ya îsal dê çawa be?

Der barê mekanîzmaya wergirtina pembo ya îsal û başbûna wê de, nûçegihanê ANHA’yê bi hevserokê Kargeha Pembo ya Hesekê Raman Abdulxefûr re hevpeyvîn çêkir.

Raman Abdulxefûr diyar kir ku cotkarên ku dê berhemên xwe radestî kargeha pembo bikin, divê destpêkê li komîteya çandiniyê ya herêmên wan vegerin da ku karta wergirtinê bi navê "Belgeya Jêderê" radest bibin.

Raman Abdulxefûr wiha domand: "Dema ku pembo hat kargehê, pembo li gorî "Belgeya Jêderê" dikeve kargehê. Piştre xwediyê berhemê du kartan bi navên kartên nepenî werdigire û pembo tê pîvan. Ew jî bi alava pîvanê ya mezin bi tê pîvan. Dûre xwediyê berhemê derbasî qada taybet dibe, pê re jî Belgeya Jêderê, jimara nepenî û kopiyek ji nasnameyê heye.

Abdulxefûr diyar kir ku li qadê 4 pisporên ku kartên taybet ên valakirina pembo li qadê belav bikin, hene. Piştre jî rola xwediyên pembo tê û pemboyê xwe li qadê vala dike. Pisporek jî tê mistereykê dibe da ku başbûna pembo û radeya wê diyar bike."

Li gorî Abdulxefûr, deh radeyên wergirtina pembo hene. Yekemîn 330 lîreyên Sûriyê ji her kîloyekî re û bi radeya 4 c bi dawî dibe. Pemboya herî dawî bi 320 lîreyan e.

Raman Abdulxefûr bal kişand ser ku ji zêdetirî deh radeyan, bihayên wê û pîvana wê jî hene û dabeşî 3 beşan dibe. Yekemîn heke xwediyê wê, berhem xiste tûrên plastîk (xêş), 4 kg jê kêm dibe û ew jî pîvana tûr e. Duyemîn, heke di şelê pembo de tova hişt a bi zêdetirî ji sedî 10 hebe, dê 4 kg kêm bibin. Ya sêyemîn jî, şilbûna wê ye û 4 kg kêm dibe. Her wiha Abdulxefûr diyar kir ku ev bergirî tenê li gorî tûrên muxalif in û ne li ser giştî berhemê tê bikaranîn.

Heke di şela pembo de tovê şîn hebe, tê redkirin.

Ji bo garantiya başbûna pembo û cotkar zirarê nebîne, Abdulxefûr ji cotkaran xwest ku hin bergiriyan pêk bînin. Ji wan jî; di dema çinînê de divê cihê komkirina pembo baş be, da ku bandorê li qirêjî û bihaya wê neke. Li rexê jî di dema pembo hat çinîn, divê yekser bê şandin û tevlihev nebe.

Li dawiyê Raman Abdulxefûr bang li cotkaran kir di saetên zû yên sibehê de pembo neçinîn. Ji ber ku xunav dikeve nava pembo û bi wê re jî bandorê li aliyên pîvan û radeya wê dike.

Dê kargeha pembo ya Hesekê roja şemiyê (sibê) dest bi wegirtina pembo bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din