Karayilan: Şoreşa Rojava destketiya neteweyî ye, divê her Kurd biparêze

Karayilan: KNK divê li dijî dagirkeriyê karibe raya giştî ya dinyayê rake ser piyan û ji bo vê yekê seferber bibe. Şoreşa Rojava destketiya Neteweyî ye, rûmeta neteweyî ye, nirxê azadiyê yê dinyayê ye, parastina vê wezîfeya neteweyî ya her Kurdekî ye.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan peyamek ji 19'emîn Kongreya Asayî ya KNK'ê re şand. Peyama Karayilan wiha ye:

"Di demekê de ku li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûyerên awarte diqewimin, em Kongreya 19'emîn a KNK'ê pêk tînin. Ji ber şert û mercên heyî weke şexsî nekarî tevlî kongreyê bibim. Hemû beşdaran bi rêzdarî silav dikim. Di wê baweriyê de me ku Civata Giştî ya 19'emîn wê vê pêvajoya hesas li gorî hesasiyeta wê binirxîne, nîqaşan bike û bi biryarên xwe wê tevkariyeke girîng li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê me, li demokratîkbûna Rojhilata Navîn bike.

Di vê demê de ku civîna Civata Giştî pêk tê, dijminê Kurdan dewleta Tirk a faşîst ji bo tinekirina destketiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke giran a dagirkeriyê li dijî Rojava pêk tîne. Di şexsê Rojava de êrîş li dijî destketiyên gelê Kurd ên li Rojhilata Navîn hemûyan tê kirin. Dixwazin careke din Kurdan bikin qurbanê berjewendiyên navdewletî. Lê belê vê carê wê bi ser nekevin. Gelê Kurdistanê hemû, dostên me û raya giştî ya navneteweyî li dora 'Cenga Rojava' bûne yek û bi vî rengî em ê rê nedin ku faşîzma Tİrk bi ser bikeve. Em amade ne ku ji bo azadiya gelê xwe bi her rengî berdêlan feda bikin. Bi pêşengiya gelên leheng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê me yê li Kurdistanê û derveyî welat wê bi têkoşîna xwe dîrokeke nû binivîsîne. Hêvî dikim ku Civata Giştî ya KNK'ê wê bibe wesîle ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma Tirk têkoşîna li dora Şoreşa Rojava bê mezinkirin. Bi navê KNK'ê divê em li dijî dagirkeriyê raya giştî ya dinyayê rakin ser piyan û ji bo balê bikişînin ser vê yekê seferber bibin. Şoreşa Rojava destketiya neteweyî ye, rûmeta neteweyî ye û nirxê azadiyê yê dinyayê ye, lewma parastina vê yekê wezîfeya neteweyî ya her Kurdekî ye.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Rojhilata Navîn, ku Şerê Dinyayê yê Sêyemîn lê diqewime, yekîtiya Kurdan weke meseleya herî stratejîk dibîne. Ji ber ku tê xwestin hevsengiyên kevn ên li Rojhilata Navîn bên hilweşandin û yên nû bên avakirin şerekî piralî diqewime. Ne diyar e ku wê li Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Iraqê, Îranê rewş bi çi rengî be. Hem nakokî û şer didomin hem jî ti nîşane nîne ku şer di demeke kurt de bi dawî bibe. Ev rewş ji bo me Kurdan hem firsendan diafirîne hem jî metirsiyan. Bi taybetî dewleta Tirk a ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike di nava şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de ji bo destketiyên Kurdan asteng bike bi her rê û rêbazên qirêj tevdigere. Em baş zanin ku tenê stratejiyeke dewleta Tirk heye; ew jî bi qirkirina Kurdan re dixwaze Kurdistanê bike qada berbelavbûna netewetiya Tirk.

Ji ber vê yekê divê Kurd zanibin ku di nava van şert û mercan de li parçeyekî bi tenê nikarin encamê werbigirin. Divê yekîtiya Kurdan weke misogeriya destketiyên li her parçeyî bibînin û bi rengekî xurt piştevaniya têkoşîna azadiyê ya li her parçeyî bikin. Lewma ji ber van şert û mercên siyasî û şer ên li Rojhilata Navîn em berpirsyariyeke dîrokî li ser milê xwe dibînin û tenê ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê em peyamên yekîtiyê yên erênî ji partiyên siyasî yên Kurdan hemûyan re radigihînin. Bi vê armancê bangên me hene. KNK di vê mijarê de dikare roleke gelekî erênî pêk bîne.

Hin derdor dibêjin PKK dixwaze şer bîne Başûr. Lê em destkefiyên Başûrê Kurdistanê mîna destkeftiyên xwe dibînin. Em niha ji Şemzînanê heta bi Dersim, Zagros, Serhedê li her deverê li dijî mêtingeriya dewleta Tirk şer dikin. Em şerekî pir giran dikin. Dewleta Tirk dibêje, ''kana vê li Bakurê Iraqê ye'' û êrîşê tîne ser Başûr. Ne me şer aniye Başûr, a ku şer aniye Başûr dewleta Tirk e. Ji aliyê dî ve, şaş e ku mirov parçeyên Kurdistanê ji hev cuda bike,her wiha şaş e ku mirov hemû parçeyan mîna hev bibîne û weke ku ti cihêtiya wan ji hev nebe binirxîne. Me PKK'ê şerê nav Kurd, bi rengekî ku careke dî ev derfet venebe girtibû. Niha jî em eynî tiştî dibêjin. Çima? Ji ber ku em neteweyek in, çarenûsa me yek e. Em dibêjin ji bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî, hemû partî li ser vê mijarê nazik bin. Nexasim divê çapemeniya Kurd, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rêxistinên civaka sivîl li vê baldar bin û bi roleke baş rabin.

Li Iraqê li ser gelê me taloke didome. Li Başûrê Kurdistanê, nexasim ji Kerkûkê heta bi Şengalê li ser Kurdan planên veşartî hene. Planên dewleta Tirk hene ku li Kerkûkê û hin qadên Kurdistanê serwer bibe. Dewleta Tirk behsa Mîsakî Millî dike. Tişta ku jê re Mîsakî Millî dibêje jî Başûrê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ye. Li Îranê krîzeke pira giran a navnetewî û navxweyî heye. Li Sûriyê armancên gemarî yên dewleta Tirk didomin, ji bo ku Rojava ji ser ta pê dagir bike bi hemû hêza xwe êrîşê tîne, li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hê hicreyên DAÎŞ'ê hene û têkoşîna li dij wê heye.

Bi pêşengiya Tirkiyê hevkariya hemû dewletên mêtinger a li dijî Kurdan a bi astên cuda talokeyeke mezin e. Heke mirov bala xwe bidiyê, li gel ku Tirkiye ew dewlet e ku li Sûriyê rêxistiniya çeteyan dike û Sûriye kiriye kavil jî, li ser mijara dagirkirina Efrînê TC'ê û rejîma BEAS'ê hekvarî kirine.

Di vê pêvajoyê de du talokeyên sereke li ber Kurdan hene. Ya pêşî ew e ku Kurd parçeyî ne û yekîtiya wan a netewî tine. Bi asta netewî jî, divê em pirsgirêka yekîtiyê ji yekîtiya partiyan derxin. Ji ber ku netewe tenê ji partiyên siyasî pêk naye. Hemû derdorên siyasî, civakî, etnîk, dînî û mezhebî, şexsiyet ên ku civakê pêk tînin hêmanên netewêyê ne. Ji ber vê, xebatên yekîtiya netewî jî divê van hemûyan vehewîne nav xwe û armanc bike ku her kesî li derdora hin rêgez û nirxan werîne gel hev. Nêzîktêdayineke bi vê hişmendiyê hem wê yekîtiya netewî ya rasteqîn pêk bîne û hem jî wê bike ku hêzên siyasî bi rehetî werin gel hev.

Ya duyan jî ew e ku Kurd doza xwe têra xwe naveguhezi qada navnetewî, li qada navnetewî bi hêzên siyasî yên demokratîk û gelan re têkiliyeke têrkar nadeynin. Di rastiyê de, meseleya Kurd ji çêbûna xwe ve meseleyeke navnetewî ye. Aliyê meseleyê ne tenê dewletên mêtinger in. Hêzên global jî parçeyek û aliyek ji meseleyê ne. Jixwe pirsgirêkên ku têne jiyîn jî vê ispat dike. Hêzên global heta niha giraniya xwe dane ser netewdewletên mêtinger. Ji ber ku berjewendiya wan wiha hewce dike. Lê niha bi têkoşîna Kurdan rewş guheriye. Pergala mêtinger bi gelek nêzîkatî û sepandinan li ser mijara polîtîkayên wan pirsgirêkan ava dike. Divê ev rewş baş were nirxandin û li ser vê bingehê girîng e ku mirov bi hêzên navnetewî re têkiliyê geş bike. KNK hem talokeyên mêtingeriyê yên ji bo pergala cîhanê û hem jî, rola pozîtîf a Kurdan di avakirina aramî û demokrasiyê de ya Rojhilata Navîn divê baş bikaribe vebêje. Helbet divê vê tenê bi elîtên dewletê re sînordar nehêle. Weke li Kurdistanê tê kirin, li derveyî welêt jî, bi civakan re divê têkiliyan geş bike û giraniyê bide dîplomasiya camewerî.

Yek ji rojeva dî ya sereke ya siyasî ku divê mirov li ser raweste rewşe girtîbûnê ya Rêber Apo û tecrîda li ser e. Rêber Apo hem aktorekî sereke yê meseleya Kurd û hem jî nirxekî netewî yê Kurd e. Divê ti partiyeke siyasî ya Kurd û welatparêzek li bara polîtîkayên li ser Rêberê Kurd bêdeng nemîne. Nêzîktêdayina li Rêber Apo ne takekesî ye. Her nêzîkatiya li Rêber Apo bi hedef û encameke siyasî ye. Ev jî rasterast bi meseleya Kurd re têkildar e. Ne tenê ji bo çareseriya meseleya Kurd a li Bakurê Kurdistanê, hemû gelê Kurd têkildar dike. Ji ber hindê, li ser vê mijarê divê her kes berpirsyariya xwe bibîne.

Li ser hîmê van raman, nirxandin û pêşniyaran em careke dî Desteya Giştî ya 19'an a KNK'ê slav dikin, bawer dikim ku wê bi ser bikevin. Ez endamê KNK'ê sond dixwim ku berpirsyariya ku ketî ser milê min bi cih bînim, bi hurmetdarî we slav dikim.''


Mijarên Din