Karayilan: Pêngava 1'ê Hezîranê pirsgirêka Kurd xist rojeva cîhanê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku piştî Pêngava 15'ê Tebaxê pêngava herî girîng Pêngava 1'ê Hezîranê ye û got:" Pêngava 1'ê hezîranê pirsgirêka kurd xist rojeva cîhanê."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî û salvegera pêngava 1'ê Hezîranê, êrişên dewleta Tirk ên li dijî nirxên gelê Kurd nirxand.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de salvegera 16'an a Pêngava 1'ê Hezîranê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê, hêzên demokrasiyê û têkoşeran hemûyan pîroz kir û got, "Ji vê pêngavê û vir ve heta niha gelek şehîdên me çêbûn, ev pêngav bi xwîna şehîdên me hate afirandin. Di şexsê Erdal, Adil, Nûda, Helmet, Delal Amed, Atakan Mahîr de şehîdên pêngava 1'ê Hezîranê hemûyan bi minet bi rêzdarî bi bîr tînim û soza dane wan dubare dikim. Di meşa azadkirina Rêbertî û Kurdistanê de em ê li wan xwedî derkevin."

Karayilan bal kişand ser girîngiya pêngavê û got, Weke ku tê zanîn pêngava 15'ê Tebaxê pêngaveke gelekî dîrokî bû. Ev pêngava ku di sala 1984'an de pêk hat, pêşî li siyaseta qirkirinê û helandinê û tunekirinê girt."

Karayilan diyar kir ku pêngava 15'ê Tebaxê ji bo pêşîgirtina li siyaseta asîmîlasyon û qirkirinê bû, pêngava 1'ê Hezîranê jî ji bo azadî û çareseriyê bû.

Karayilan got, "Bêguman ji bo pêkhatina çareseriyê, ji bo demokratîkbûnê beriya her tiştî diviyabû têkbirina xeta komployê ya navneteweyî ji xwe re bikira esas, ev yek pûç bikira. Di vê çarçoveyê de pêngava 1'ê Hezîranê roleke girîng lîst. Di destpêkê de me parastina çalak xistin meriyetê û derî li diyalogê vekirî hişt. Ne şerekî gelekî dijwar bû, lê belê hate xwestin ku bi parastineke çalak peyama 'tu dikare me tine bike, divê tu meseleya Kurd çareser bike' ji dijmin re bê dayin. Yanî armanca pêngavê ew bû ku dijmin neçar bihêle li dora maseyê rûnê. Bi vî rengî çareseriya demokratîk bixista rojevê. Bêguman armanca xwe ya herî girîng jî têkbirina komployê bû. Têkoşîna ku bi pêngava 1'ê Hezîranê hate meşandin, pirsgirêka Kurd xist rojevê, lê belê vê carê ne tenê xist rojeva Tirkiyeyê, her wiha xist rojeva tevahiya cîhanê. Li ser vê bingehê encmaên girîng afirand. Dewleta Tirk neçar ma ku li dora maseyê rûnê. Weke ku tê zanîn, bi navbeynkariya hin hêzên derve 3 salan li Osloyê di navbera dewleta Tirk û heyeta me de hevdîtin çêbûn. Dewleta Tirk hevdîtin ji holê rakir û diyar kir, 'Em ê taktîka ku Srî Lankayê li dijî gerîlayên Tamîlê pêk anî, bimeşînin'. AKP'iyan di vê çarçoveyê de gotar amade kirin, li ser axivîn û xwestin pêvajoyeke nû bi vî rengî bixin meriyetê."

'BI PÊNGAVÊ RE DESTKETIYÊN BAŞÛR JÎ HATIN PARASTIN'

Karayilan anî ziman ku ji bûyerên ji hingî ve diqewimin hate dîtin ku dewleta Tirk naxwaze bi Kurdan re têkiliyeke biratiyê deyne û got, "Her çend tevlî pêvajoya diyalogê bû jî îradeya Kurdan nas nake."

Karayilan bi bîr xist ku DYE û Ewropayê beriya niha bi rengekî neheqî tevgera wan xiste nava lîsteya terorê û got, "Dewleta Tirk jî bi sûdwergirtina ji vê yekê û ji endametiya NATO'yê, xwest ku li dijî gelê me şer bimeşîne. Lê belê pêngava 1'ê Hezîranê serketî ye, ew li dora maseyê da rûniştandin, bi vî rengî rojev afirand, meseleya Kurd jî xist rojeva tevahiya cîhanê. Roleke bi vî rengî ya girîng lîst. Pêngava 1'ê Hezîranê bandoreke mezin li Başûrê Kurdistanê jî kir. Vê pêngavê kir ku destketiyên Başûr bên parastin. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî me şer dikir, eger ne ji me bûya bêguman wê êriş bibirabûya ser destketiyên Başûr. Vê pêngavê her wiha zemîn afirand ku li Rojava şoreş pêk were. Dewleta Tirk dixwest ku gerîla tasfiye bike, eger karîbûya gerîla tasfiye bike, gelo wê hêz hebûya ku li dijî DAÎŞ'ê şer kiribûya? Di encama pêngava 1'ê Hezîranê de li Kurdistanê li dijî DAÎŞ'ê şerekî berfireh hate meşandin û bi vî rengî li Rojhilata Navîn destê gelê Kurd xurt bû, stratejiya gelê Kurd niha gelekî xurt e. Ev hemû encamên pêngava 1'ê Hezîranê ne ku dewama pêngava 15'ê Tebaxê ye. Dijmin bi israra xwe ya di siyaseta qirkirinê re xwest ku encamê ji vî gelî werbigire, ji ber ku nekarî jê werbigire niha di nava krîzê de ye, teşhîr bûye. Bêguman hîn jî di vê siyaseta xwe de israr dike, lewma di navbera xeta çareseriya pirsgirêka Kurd a Rêbertî û siyaseta qirkirinê ya rejîma AKP-MHP Partiya Vatan û rejîma Ergenekonê de şer dewam dike. Di sala 17'an a pêngava 1'ê Hezîranê de ev şer wê hîn bi xurtî bidome."

'DEWLETA TIRK-ARTÊŞA TIRK A KLASÎK LI PÊŞBERÎ GERÎLAYÊN AZADIYÊ TÊK ÇÛNE'

Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk-artêşa Tirk a klasîk a xwedî zîhniyetê Kemalîzmê li pêşberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk çûye û got, "Yê ku niha li dijî me şer dike, artêş nîne. Dewleta Tirk jî bi vê rewşa têkçûnê û xitimanî hesiya. Ji ber vê yekê dawiya sala 2012'an û Newroza 2013'an pêvajoya diyalogê û agirbestê qebûl kir. Yanî neçar ma ku agirbestê qebûl bike. Bila gelê me bi vê zanibe ku dewleta Tirk ev pêvajoya agirbestê ji bo xwe weke pêvajoyeke amadekariyê nirxand. Her wiha agirbest bi temamî jî nekir. Yanî, belê li Bakurê Kurdistanê agirbest hebû, lê belê bi destê çeteyên xwe êriş bir ser Rojavayê Kurdistanê. Ev êrişên ku bi destê çeteyên El Nûsra hatin kirin bi ser neketin, piştre DAÎŞ xistin dewrê. Lewma şerê navbera dewleta Tirk û Kurdan bi temamî nesekinî. Lê belê li Bakurê Kurdistanê bi qasî 2.5 salan şer rawestiya, êriş nekirin. Lê belê ji Gladiyoya NATO'yê piştgiriya teknîkê wergirt û heta sala 2015'an xwe amade kirin. Di sala 2015'an de jî konsepteke nû ava kirin."

Karayilan diyar kir ku şer mîna berê şerê ji bejahî nîne; şerê îstîxbaratê û hewayî ye û got, "Bi vî rengî li dijî hêzên me yên gerîla hem li bakur hem jî li Başûr êriş kirin. Her wiha êriş birin ser saziyên çandî, siyasî û çapemeniyê yên gelê Kurd. Êrişa herî giran jî li Îmraliyê kirin, ew der kirin navenda êrişên xwe, di heman demê de li wir şer kirin. Bi vî rengî xwestin ku civakê teslîm bigirin. Di vir de jî guh nedan ti qanûnan. Ji xwe qanûneke welê amade kirin ku polîs û leşkerên Kurdan qetil dikin neyên darizandin. Mîna rejîma Apartay a li Başûrê Efrîkayê, qanûnek wiha amade kirin. Meseleya, ewqas Kurd hatin qetilkirin, gelo çend ji kujeran hatin darizandin? Nayên darizandin, ji ber ku siyaseta ew dimeşînin siyaseta qirkirinê ye."

Mûrat Karayilan destnîşan kir ku li gel van kiryarên xwe jî nekarîn gerîla tasfiye bikin, ne jî gel teslîm bigirin û got, "Baş e ev yek bi saya çi bû? Bêguman berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê gelekî watedar e, sekna destanî ya şehîdên leheng û fedakariya gelê me kir ku hewldanên dewleta Tirk hemû têk biçin û gelê me bi ser bikeve."

'BI BINPÊKIRINA PÎROZMENDIYÊN GELÊ ME DIXWAZE GEL BÊRÛMET BIKIN'

Karayilan bi dewamî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî nirxên civakê û got, "Ya ku divê gelê me û raya giştî bibîne çi ye? Di nava 5 salan de li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê gaveke neteweperestiya Tirk heye. Bi vê gavê dixwazin ku siyaseta qirkirinê bi ser bixînin. Ji bo vê jî dixwazin ku dînamîkên welatparêz û şoreşger tasfiye bikin, nirxên pîroz ên gelê Kurd binpê bikin û bi vî rengî gel bêrûmet bikin. Civaka Kurd ji çi bawer dike, dixwazin wê bêqîmet bikin, bi rûmeta civakê bilîzin. Ji ber ku dixwazin civakê ji civakbûnê derxînin. Feraseta 'yek milet' a ku niha li Tirkiyeyê tê meşandin tê wateya 'Ji bilî Tirkan gelek nîne, gelê Kurd nîne'. Tê gotin, her kesên ku dibêjin 'Gelekî cuda heye, gelê Kurd heye' divê bê tasfiyekirin, teslîm bên wergirtin. Ji bo vê jî di nava civakê de çi nirxên pîroz hebin dixwazin ji holê rakin. Sala 2016'an kesê bi navê Suleyman Soysûz gotibû, 'Di Nîsana 2017'an de wê kes nikaribe navê PKK'ê hilîne, ji ber ku tiştekî bi wî rengî wê êdî nemîne'. Çima? Ji ber ku dewleta Tirk balafirên keşfê yên bi çek ji derve kirî bû û digot, 'Êdî em ê PKK'ê tine bikin'. Her tim dibêjin, 'Em ê îsal tune bikin'. Ji bo vê jî dixwazin pîrozmendiyên gelê me binpê bikin. Ji ber ku gelê Kurd bi Rêber Apo re dilsoz e dixwaze tecrîda giran û êşkenceya psîkolojîk li dijî Rêbertî bimeşîne. Her wiha zêdeyî deh hezar ewladên vî gelî bi rengekî bêguneh li zindanan tên hiştin. Ew mirov ji ber ku xwedî li ziman û rastiya xwe derketin niha girtî ne. Yanî ji ber ku xwedî li Kurdîtiya xwe derketin hatine girtin. Niha li girtîgehan hovîtiyeke mezin dibe, bûyerên ku niha li zindanan dibe mîna yên dema darbeya 12'ê Îlonê ne, jê ne cuda ne. Di 12'ê Îlonê de Esat Oktay Yildiran êşkenceya fîzîkî dikir, niha jî bi rengekî zirav û demeke dirêj êşkence tê kirin, mirovan bi vî rengî dikujin. Herî dawî Sabrî Kaya yê di nava têkoşînê de bû bi vî rengî şehîd xistin. Dîtin ku wê şehîd bibe wê rojê berdan. Di şexsê Sabrî Kaya de berxwedêrên zindanan hemûyan bi bîr tînim û sersaxiyê ji malbata hevalê Sabrî Kaya û gelê Kurdistanê re dixwazin."

Têkildarî êrişên li ser şehîdgehan jî Karayilan got, "Armanc ji wan êrişan jî binpêkirina nirxên pîroz ên gelê me ye. Êrişê dibin ser şehîdgehan, kêlên gorên şehîdan dişikînin. Bombardûmanê li şehîdgehên li Başûr dikin. Li Bakur jî bombeyan li hin şehîdgehan dibarînin. Ji ber ku şehîd bi rûmeta xwe ji bo nasnameya Kurdan şeHîd bûn, li dijî şehîdan şer ragihandiye. Li parzemîna Emerîkayê ji bo Çermsoran digotin 'Çermsorên herî baş Çermsorên mirî ne'. Rejîma AKP-MHP Partiya Vatan û Ergenekonê ya faşîst jî Kurdên mirî jî qebûl nake, ji bo qebûl bike divê ew Kurd teslîmî wan bû be, veguherîbe kole û gotibe 'Ez perçeyekî Tirk im'. Ji bilî vê yekê mafê jiyanê nade Kurdan. Yanî qebûl nake ku Kurd weke Kurdekî bimire. Zîhniyeteke wiha ye, ev şîzofren e, zîhniyeteke netewpeerest e, nexweş e. Eger ne welê bûya çima wê ewqasî şehîdgeh xera kiribûna, wê ji bo binpêkirina hestiyên mirovan, ew hestî li Stenbolê li kêleka rê binax bikira? Hestiyên Kurdan nexistine gorê jî, dixin qutiyan, datînin ser hev û bi vî rengî binax dikin. Ew bi nirxên însanî û rûmeta gelê me dilîzin."

'BI RÊYA QIRKIRINA KURDAN DIXWAZE DESTHILATDARIYA XWE BIPARÊZE'

Li ser desteserkirina şaredariyên HDP'ê jî Karayilan got, "Bi dengên gel mirov tên hilbijartin û dibin hevşaredar. Hevşaredar ji tevahiya îdareya bajêr neberpirsyar e, tenê li karên paqijî, av, elektrîkê dinerin. Lê belê ji ber ku Kurd in, vê jî qebûl nakin, qeyûm dixin şûna wan. Qeyûm jî berhemeke AKP'ê ye. Gel bi rêjeya 85 ji sedî hildibjêre, lê belê yên bi îradeya gel hatine hilbijartin ji wezîfeyê dûr dixînin. Çima, çi sûc kiriye? Ti sûc nekiriye. Bi vî rengî êrişê dibin ser hemû nirxên gelê Kurd. Her wiha êrişî Kurdên ne HDP'î jî dikin, yanî ew jî tayînkirina qeyûman rast nabînin, li dijî êrişa li ser goristanan nerazîbûnê nîşan dide. Lê belê dewleta Tirk ti ji van li ber çavan nagire. Ji bo dewleta Tirk tenê ev tişt girîng e; êrişî her tiştên Kurdan bikin, pêla faşîzmê li nava civakê xurt bike, piştgiriyê ji hêzên şoven neteweperest werbigire. Feraset ev e. Yanî bi rêya qirkirina Kurdan dixwaze desthilatdariya xwe biparêze."

 

Karayilan diyar kir ku ji bo xurtkirina şovenîzmê jî pêwîstiyê bi hîn bêhtir tayînkirina qeyûman, êrişa li dijî şehîdgehan, qetilkirina Kurdan, girankirina tecrîdê dibînin û got, "Tecrîd ne tenê li dijî Rêberê me ye, li dijî demokrasiya li Tirkiyeyê ye, li dijî gelên Tirkiyeyê ye, li dijî gelê Kurd e. Tecrîd êdî pêwendiya xwe bi herêmê heye. Ji ber ku li gorî siyaseta li Îmraliyê tê meşandin, niha li ser civakê faşîzmê dimeşînin, faşîzmê li ser vê yekê ava dikin. Tecrîda giran a li Îmraliyê weke siyaseta qirkirinê bandorê li derve dike. Lewma hovîtiya ku rejîma AKP-MHP dike beriya niha li Tirkiyeyê nehatibû kirin. Yanî ne di dema Ataturk de ne jî di dema Osmanî de tiştekî wiha tune bû. Rejîma niha dibêje, 'Em Osmaniya nû temsîl dikin', ev ne rast e. Ew Îttîhat Terakkî temsîl dikin."

'TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ ÊDÎ ÎRADEYEKE, WÊ NIKARIBIN VÊ ÎRADEYÊ TÊK BIBIN'

Karayilan bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî siyasetmedarên Kurd bi taybetî jî rêveberiyên saziyên jinan ên li Bakurê Kurdistanê û got, "Rejîma AKP-MHP'ê ji jinên Kurd gelekî aciz e, ji siyaseta Kurd gelekî aciz e. Kurdan berê siyaset nedikirin, car carna bi rengekî çekdarî serî hildidan, lê belê bi navê xwe siyaset nekiribûn. Ji xwe jinên Kurd hingî nikarîbûn ji mala xwe derkevin. Bêguman tevlî berxwedanê bûn, lê belê li her qadê aktîf nebû. Lê belê niha bi felsefeya Rêber Apo di nava civakê de guhertinên bingehîn pêk tên. Yanî şoreşeke civakî pêk hat. Jin^ne Kurd ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li tevahiya cîhanê bi rola pêşengiyê radibin."

Karayilan anî ziman ku berxwedana li her qadê bandorê li hev dike û got, "Lewma wê nikaribin gelê Kurd teslîm bigirin. Ji hovîtiya xwe ya li dijî jinên Kurd, siyasetmedarên demokrasiyê, gerîla û berxwedêrên li zindanan wê nikaribin encamê werbigirin. Her wiha wê ji tecrîda li Îmraliyê nikaribin encamê werbigirin. Ji ber ku têkoşîna demokrasî û azadiyê êdî îradeyeke û ev îrade ne ya têkçûnê ye. Ev îrade niha li çiyê, li zindanan, li kolanan mirovan temsîl dike. Herî dawî silavên xwe ji jinên Kurd ên ji bo azadiyê têdikoşin, ji her kesên li Tirkiyeyê li dijî rejîma faşîst têdikoşin dişînim."


Mijarên Din