Karê ʹPolîsên Exlaqêʹ hat sekinandin

Li gorî Serdozgerê Giştî yê Îranê, karê “Polîsên Exlaqê” yên Îranê hatiye rawestandin.

Ajansa nûçeyan ya Îrna ragihand ku Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Cehfer Muntezrî di merasîmekê, di bersiva xwe ya li ser pirsa ‘Ji bo çi karên Polîsên Exlaq hate rawestandin’ got; “Ti peywendiya Polîsên Exlaqê bi dadweriyê ve nîne, li heman cihê hatî damezrandin, biryara rawestandinê jî hatiye derxistin.

Her wiha Serdozger Mihemed Cehfer Muntezrî di civînek 1’ê Kanûnê ya taybet girêdayî nerazîbûnên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de gotibû; “Parlamento û Desteya Bilind ya Şoreşa Îslamî, pirsa Hîcab guftugo dikin. Tê payîn heya 15 rojên din encama wê derbikeve.

Di 13`ê Îlonê de li paytexta Îran Tehranê ciwana Kurd Jîna Emînî bi hinceta ku “porê xwe baş nenixumandiye” ji aliyê “Polîsên Exlaqê!” ve hatibû binçavkirin, piştre di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabû.


Mijarên Din