Kaptinê keştiya Îranê hate berdan, DYA daxwaznameya desteserkirina keştiyê lêkolîn dike

Berdevkê Hikûmeta Cebel Tariq ragihand ku kaptinê keştiya petrolê ya Îranê "Grace 1"  û 3 endamên ekîpê serbest hatin berdan. Dozgeriya Giştî jî ragihand ku dê daxwaznameya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya desteserkirina keştiyê lêkolîn bike.

Berdevkê Hikûmeta Cebel Tariq ragihand ku kaptinê keştiya petrolê ya Îranê ya "Grace 1" û endamên ekîpa wî bi kefaleta fermî serbest hatin berdan.

Dozgeriya Giştî ya Cebel Tariq îro Pêncşemê ragihand ku DYA‘ê ji desthildariya vê herêmê ya girêdayê Brîtanyayê xwest keştiya petrolê ya Îranê ya ji beriya mehekê li gel wê ye desteser bike, di demekê de ku Hikûmeta Bilind amadekarî berdana wê dikir.

Nûnerê Dozgeriya Giştî parêzer Joseph Triay li pêşiya Dadgeha Bilind ragihand ku, diviya bû der barê dirêjkirina dema desteserkirina keştiya petrolê "Grace1" de ya ku guman li ser wê hebûn dê petrolê derbasî Sûriyê kirban, biryara hatiba standin."

Dozgeriyê rûniştin der barê keştiyê de ji bo saet 16:00 (14:00 GMT) paşde xist, lê Dozgeriya Giştî ya Cebel Tariq got, ew li benda daxwaza Amerîkayê ye.

Serokê Dadgeha Anthony Dudley jî got "Ne ji daxwaznameya ku me di saet 01:30 (23:30 GMT, Roja Çarşemê) wergirt baye wê dê keşt îji Cebet Tariq derketiba."

Desthildariya Cebel Tariq a başûrê Spanyayê, di Tîrmeha borî de keştiyek petrolê ku 4 km dûrî başûrê Cebel Tariq a di bin serweriya desthildariya Brîtanyayê de bû asteng kiribû.

Rexm ku ala Benma li ser keşiyê hebû, lê Îranê ragihand ku keşî ayidê wê ye.

Hikûmeta Cebel Tariq diyar kir ku 28 kes di keştiyê de bûn, di nav de welatiyên ji Hindistanê, Ûkraniya û Pakistanê hebûn.

 


Mijarên Din