Kantona Şehbayê salvegera ragihandina kantonê pîroz kir

Meclisa Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê bi boneya salvegera duyemîn a ragihandina kantonê diyar kir ku ew di pêkanîna projeya neteweya demokratîk de berdewam dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya meclisê de wiha hate gotin: "Di rojeke wiha de, 7`ê Tebaxa 2017`an kantona Şehbayê hate ragihandin."

Di berdewama daxuyaniyê de meclisê wiha diyar kir: "Ragihandina kantonê, jidayikbûneke nû ji bo vejîna azadî û demokrasiyê û gaveke dîrokî ji bo gelê me yê hêja li herêmên Şehbayê bû."

Her wiha daxuyaniyê wiha destnîşan kir: "Bi vê boneyê em gelê xwe yê hêja pîroz dikin ku bi saya lehengiya bi sedan şehîdên azadiyê ku destanên berxwedana mezin ji bo pêkanîna hêviyên gelan di civaka azad û demokratîk de pêk anîn, her wiha pîvanên jiyana hevbeş û biratiya gelan pêk tînin da ku bigihîjin yekbûna civak û siyasetê di navbera pêkhateyên kantona Şehbayê ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Arnawut de. Em wek kantona Şehbayê bi vîna gelê xwe di projeya neteweya demokratîk de heta rizgarkirina hemû kantonên Efrîn û Şehbayê ji rejîma Tirkiyê û çeteyên wê de dimeşin."

Meclisa Kantona Şehbayê wiha lê zêde kir: "Em bang li civaka navneteweyî, di serî de NY, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên Yekitiya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bêdengiya xwe ya der heqê kiryarên rejîma Tirkiyê û çeteyên wê ji sûcên şer derheqê gelê me li kantona Şehbayê û Efrînê ji guhertina demografiyê, rûxandina çand û dîrokê, kuştin, revandin û talankirina mal û milkan, derkevin û dewleta Tirk a dagirker ji xaka me derxin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din