Kantona Şehbayê bi berfê xemiliye

Kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne, îro bi rengê spî xemiliye. Nûçegihanê me hin wêne ji gund û kampên berxwedanê yên li kantonê kişandin.

Ji şeva din ve li Rojava berf bi dijwarî dibare. Berfê erd bi rengê spî xemilandiye û tevgera çûn û hatinê sekiniye, her wiha hemû dibistan û piraniya saziyan kiriye betlane.

Li kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne, berfê her der xemilandiye, bi taybet li kampên berxwedanê.

Nûçegihanê me li herêmê hin wêneyên berfê kişandin ku heta niha jî barîna wê ranewestiye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din