Kanî û rûbarên Tirbespiyê piştî salan ji nû ve diherikin

Kanî û rûbarên navçeya Tirbespiyê ku bi salan ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve zuha bûbûn, piştî barana zêde ya vê zivistanê ji nû ve diherikin.

RÊNAS REMO - KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê bi kanî û rûbarên xwe dewlemend e. Li navçeyê gelek rûbar mîna Babsî, Biwêr û Dugurê û Cereh hene. Di salên dawîn de ji ber qutkirina avê li ser rûbaran ji aliyê dewleta Tirk ve, rûbar çikiyabûn û gelek kaniyên din jî zuha bûbûn.

Lê îsal bi destpêka zivistanê û barîna baranê re kanî û rûbar dîsa herikîn û asta ava bendavên Mizgeft û Maşûqê bilind bû.

Rêveberê Gerînendetiya Parastina Berhemên Avê ya navçeya Tirbespiyê Rodan Îbrahîm destnîşan kir ku asta avê îsal ji ber barana zêde, bilind bûye û wiha got: "Kanî û rûbarên navçeyê di salên dawîn de ji ber qutkirina avê û kolandina bîran ji aliyê dewleta Tirk ve zuha bûbûn."

Îbrahîm teqez kir ku barana îsal asta ava bendavên Maşûq û Mizgeftê bilind kir û şênî ji bo avdana zeviyên xwe sûdê jê werdigirin.

Ji çemên ku jî nû ve herikîne; çemê Cerih ku wek çemekî sereke li navçeyê ye û avê dide 6 kaniyan.

Her wiha çemên Dêrna Qulinga, Bêwêra û Babsî, Kaniya Jin ên bajaroka Maşûqê jî diherikin.

ANHA


Mijarên Din