Kampên ku vegerîne park û baxçeyan

Şêniyên Efrînê kampên li kantona Şehbayê yên ku tê de bi cih bûne, vegerandin parkan. Li pêş her çadirekê parkeke biçûk heye.

Ji ber dijminahiya Tirkiyê, şêniyên Efrînê neçar man ji warên xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê ya bakurê rojavayê Sûriyê.

Piştî şênî neçar man derkevin, di malên berwêrankirî û kampên ku Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê vekirine de bi cih bûn.

Şêniyan kampênSerdem, Efrîn, Berxwedan, Veger û Şehbayê vegerandin parkan.

Li kampan li pêş her çadirekê dar, kulîl, sebze wekî bexdenûs û dermantirşikê hene da ku xweşikbûna xwezayê li kampan belav bikin.

Şênî ji tiştên bermahî daniştokên rûniştinê çêdikin. Her wiha selikên plastîk jî ji bo çandina kulîlkan bi kar tînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din