Li Kobanê jî kampanyaya komkirina îmzeyan dest pê kir.
Komîteyek ku ji endamên sazî û komînan hatiye avakirin, dê rojane îmzeyan kom bike.
Li Minbicê jî kampanyaya komkirina îmzeyan bi çavdêriya Akademiyên Civaka Demokratîk dest pê kir.
Berpirsê kampanyayê li Taxa Şehîd Xebat a Kobanê Xalid Mehmûd got: "Armanca me îmzeyên şêniyan kom bikin û radestî aliyên hiqûqî yên têkildarî mafên girtiyan, da ku îsbat bikin ku bi milyonan mirov bi Rêbertî re ne û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşin."
Mehmûd banga tevlêbûna kampanyayê li şêniyan kir û got: "Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ji her kesî tê xwestin ku tev li kampanyayê bibin. Bi tevlêbûnê em dikarin hejmareke mezin a îmzeyan kom bikin."
(bb)
ANHA