Kampanyaya "Ji Hevrîn Xelef re edelet" bi dawî bû

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê bidawîbûna kampanyaya komkirina îmzeyan a banga lêpirsînê li ser kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef ragihand.

Bi armanca ku lêpirsîneke derbarê qetilkirina sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef de were vekirin, ya ku 12'ê Cotmena 2019'an de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê 9'ê Tîrmehê kampayeke berhevkirina îmzeyan dabû destpêkirin.

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê îro bi kongreyeke çapemeniyê encamên kampanyayê ragihand. Encamên kampanyayê li ber avahiya navendê ya li taxa Îrbawiyê ya bajarê Qamişlo hate xwendin.

Endama desteya damezrîner a navendê Etiya Yûsif bi beşdarbûna bi endamên navendê encamname xwend û got: "Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê ji roja yekemîn a êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Serêkaniyê û Girê  binpêkirinên li dijî jinan ên ku li herêmên dagirkirî yên ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve belge dike. Belgeya yekemîn qetilkirina endizyar û Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevîn Xelef bû, ku destpêka xeleka binpêkirinên domdar ên li dijî jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Etiya destnîşan kir ku navendê derbarê sûcê qetilkirina Hevrîn Xelef de dosyayek bi şahîd, delîl û raporan amade kir da ku bighîne aliyên xwedî biryar ên cîhanê da ku sûcdar ji ceza nefilitîn û edalet pêk were û wiha domand: "Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan di 6'ê Tîrmeha 2020'an bi dirûşmeya "Ji Hefrîn Xelef re edelet" kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin û bang li rêxistinên civaka sivîl, kesayetên siyasî û hiqûqî û hunerî kir ku tev li kampanyayê bibin."

Etiya Yûsif, bidawîkirina kampayayê ragihand û got: "500 îmze hatin komkirin wê dosyaya derbarê bûyera qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef de ya ku ji aliyê navendê ve hatiye amadekirin wê radestî Dadgeha Cezayan a Navneteweyî, Dadgeha Federal a Amerîkayê, Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan û aliyên din ên têkilîdar were kirin.

Navendê spasiya kesên ku destek dane kampanyayê û soza domandina parastina jinan  da.

ANHA


Mijarên Din