Kampa Waşûkanî û zehmetiya koçberiyê

Tevî ku Rêveberiya Xweser hewil dide pêdiviyan peyda bike, koçberên kampa Waşûkanî, ji ber kêmbûna xizmetguzariyan gazinan dikin. Têkildarî mijarê rêxistinên alîkariyan bê dengin. Koçberan gotin: “Zivistan nêzîk dibe, ger wiha bidome dê rewş zêde dijwar be. Em dixwazin vegerin Serêkaniyê.``

Rêveberiya Xweser parçe zeviyek 600 donim li bajaroka Tiwêne ya 12 Km dikeve rojavayê navenda Kantona Hesekê destnîşan kir, da ji koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê re kampekê ava bike. Hejmara koçberan 300 hezar derbas kiriye. 

Di kampa Waşûkanî de, niha 60 malbat koçber bi cih dibin. Rêxistinên mirovahiyê û alîkariyan li hemberî koçberan xwe bêdeng kirine. Li kampê xizmatguzarî, av, xwarin û pêdiviyên pêwîst pir kêmin.

Di vê çarçovê de, Rêveberiya Xweser bang li dewletên cîhanê, rêxistinên mirovahiyê û yên alîkariyan kirin, ji koçberan re alîkariyan pêşkêş bikin û wan vegerînin ser mal û milkên wan.

Ji koçberan bi dayika Mihemed di kampa Waşûkanî de tê naskirin, got:``Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê her tiştê me talan kirin, ji ber sûc û tawanên wan em hatin kampê, li vir zehmetî pire û pêdiviya me bi xizmetgozariyan heye.``

Wiha domand:`` Ji ber sermayê, şeva din zaroka min nikarîbû xewke, em bang li temû dewletên cîhanê dikin, çeteyan ji Serêkaniyê derxîn in da em karibin vegerin.``

Koçbera bi navê Erne Husên ku tevî zarok û neviyên xwe hatine kampê dibêje:`` Artêşa Tirk û çeteyên wê her tiştê me talan kirin, em di koneke de 7 malbat jiyan dikin, zivistan tê her diçe dijwar dibe, em daxwaz dikin demildest çete ji bajarê me bên derxistin, emkê vegerin malên xwe.``

Hevseroka Desteya Kar û Barên koçberan û penaberan a Herêma Cizîrê, Gulistan Oso diyar kir ku:`` Me niha , konên bi komî ji koçberan re ava kirine, heta niha rêxistinên alîkariyan tu alîkarî bi Rêveberiya Xweser re ji bo avakirina kampê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan, nekiriye.``

Gulistan got:`` Em li ber deriyê zivistanê ne, divê rêxistinên alîkariyan bi koçberan re bibin alîkar , rewş dê di vistanê de tirajîdî be û metirsiya belavbûna nexweşiyan heye.``

(rr)

ANHA


Mijarên Din